Li Silopiya dê li dijî şer Meşa Aştiyê bê lidarxistin: Em dengê aştiyê bilind bikin 2024-08-31 09:00:13 ŞIRNEX - Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez tekildarî meşa 1'ê Îlonê dê li Silopiya bê lidarxistin bang li gel kir ku bi hev re dengê aştiyê bilind bikin.  Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi dirûşma "Em li dijî şer aştî û li dijî tecrîdê azadiyê bilind bikin" li taxa Kizir a navçeya Silopiyayê li ber Buroya Tekiliyan a DEM Partî şahiyekê li dar bixê û piştr e jî dê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve bimeşin. Di meşa ku wê bê li dar xistin de jî dê balê bikişînin li ser êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistana Federe.  Beriya meşê dê li navçeyê şahî bê li darxistin. Hevserokê  Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û parlamenterên  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên herêmê dê beşdar bibin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen bang li gel kirin ku tev li meşê bibin.    'DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN'   Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez, diyar kir ku ew ê di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Silopiyayê bên cem hev û wiha got: "Em ê şahiya xwe li Taxa Kizir a Silopiyayê li dar bixin. Piştî şahiyê em ê heta ber deriyê sînor ê Xabûrê li dijî şer bimeşin. Bi salan e li Kurdistanê ev şer berdewam dike, divê em li dijî şer dengê aştiyê bilindtir bikin. Sedema meşa me ya ku em li Silopiyayê li dar dixin ew e ku em ê êrîşên desthilata AKP'ê û MHP'ê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar bikin. Şer bi xwe re xizanî, talanî û aloziyê tîne. Ji bo hemû gel di nava aştiyê de bijîn em ê dengê aştiyê bilind bikin. Banga me ya li gelê me ew e ku bên em bi hev re dengê aştiyê bilind bikin."   'EV ROJ XWEDÎ WATEYEKE MEZIN E'    Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen jî bi lêv kir ku gelê kurd bi salane di nava şer de dijî û wiha got: "Ji bo gelê Rojhilata Navîn di nav aştiyê de bijî û bi  taybet jî ji bo gelê bindest ew roj xwedî wateyeke mezin e. Em jî dê ji bo wateya vê rojê li dijî şer çalakiya meşê li dar bixînin û dengê aştiyê bilind bikin. Em ê bi hemû rêxistinên xwe yên navçeyan ve wê rojê li Silopiyayê peyama aştiyê bidin. Ji 7 salî heta 70 salî banga me li hemû gelê me ew e ku bila werin tev li meşê bibin û em bi hev re dengê aştiyê bilind bikin."