Banga ji bo 1'ê Îlonê: Divê em li dijî şer xeta têkoşînê ya hevpar birêxistin bikin 2024-08-31 09:31:44 STENBOL - Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangozê anî ziman ku Tirkiye sûcê li dijî şer dike û got ku li dijî şer rêxistinkirina xeta têkoşînê ya hevpar divê û 1'ê Îlonê ji bo vê firsendeke girîng e.  Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê yên li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin, didomin. Di 15'ê Tebaxê de di navbera Enqere û Bexdayê de “peymana ewlehiyê” hatibû îmzekirin. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ya Stenbolê Gonca Yangozê diyar kir ku li hemberî polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê divê xeta aştiyê bê xurtkirin.   Yangozê anî ziman ku şerê ku Tirkiye li dijî Herêma Kurdistana Federe daye destpêkirin ne nû ye û got ku desthilata AKP-MHP'ê bi polîtîkayên şer hebûna xwe diparêze. Yangozê diyar kir ku ew desthilateke ku qet naxwaze gelê kurd bibe xwedî statu û got ku êrişa li ser Herêma Kurdistana Federe encama vê yekê ye û hebûna kurdan û pêkhateya xweser a li herêmê naxwaze.   HELWESTA PDK'Ê REXNE KIR   Yangozê diyar kir ku PDK jî destekê dide êrişên Tirkiyeyê û vê rewşê wekî xiyanetê pênase kir û got: “Rastiya PDK’ê ya xwedî xeteke xiyanetê heye. Tişta ku Tirkiye dixwaze bike ew e ku PDK'ê bike mîna xwe. Divê PDK vê yekê baş bizane. Tirkiye her qadên jiyanê yên sivîlan bombe dike û PDK çawa dikare li hemberî vê rewşê bêbersiv bimîne?" Yangozê anî ziman ku di navbera PDK û desthilata AKP-MHP'ê de tenê têkiliyeke berjewendîperest heye û got: "PDK niha li berjewendiyên xwe difikire, ne li berjewendiyên gelê wê derê. Divê em vê rastiyê bibînin; PDK niha mîna faşîzma AKP-MHP'ê tevdigere."   ‘TIRKIYE SÛCÊ ŞER DIKE'   Yangozê îşaret bi wê yekê kir ku Tirkiye li Herêma Kurdistana Federe sûcê şer dike û got ku êrişa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê û qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadînê li Silêmaniyê mînaka vê yekê ye. Yangoz di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Desthilatê li herêmê dest bi zindîkirina cinayetên kiryar nediyar û polîtîkaya koçberiyê ya di salên 90’î de li Kurdistanê dihat meşandin, kiriye. Li ber çavê her kesî sivîlan qetil dike. Rojnamevanên ku qala sûcên şer ên Tirkiyeyê dikin hedef digire.  Mafê agahîgirtina gel tê binpêkirin. Li vir em dikarin bi zelalî bibêjin ku Tirkiye sûcê şer dike.”   Yangozê diyar kir ku divê hemû beşên civakê li dijî şer helwestê nîşan bidin û got: “Pêwîst e her beşên civakê li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Di vê çarçoveyê de bi taybetî muxalefeta sereke pêwîst e berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Lê dema ku em li pêkanînên muxalefeta sereke dinêrin, tiştekî jî nakin. Tew destûra operasyonên derveyî sînor didin. Rakirina tezkereyê mînaka vê yekê ye."   BANGAWAZÎ   Yangozê diyar kir ku şer zirareke mezin dide gelên Tirkiyeyê û got ku ew polîtîkaya li dijî şer dimeşînin û divê di nava gelan de aştî pêk were. Yangozê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em bi kesên tên vederkirin hemûyan re xeta têkoşînê ya hevpar ava bikin. Li pêşiya me 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê heye û ev banga me ji bo hemû gelan e; Bila dakevin kolanan, li dijî şer ji bo avakirina aştiyê."