Li girtîgehên Serhedê pêkanînên salên 90'î tên sepandin 2024-08-31 09:44:59   WAN - Serokê Şaxa ÎHD a Wanê Mehmet Salih Coşkûn diyar kir ku li girtîgehên Serhedê pêkanînên Esat Oktay Yildiran di dewrê de ne û got ku kurdî tê qedexekirin û tecrîd zêde bûye.   Li girtîgehên ku polîtîkayên tecrîdê tên kûrkirin, her roj binpêkirineke nû ya mafan pêk tê. Di mehên dawî de girtiyên ku bi rêya telefonê bi malbatên xwe re bi kurdî diaxivin, telefonên wan tên qutkirin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Parêzer Mehmet Salîh Coşkûn, anî ziman ku her cara ku diçin girtîgehan dibînin ku binpêkirinên mafan gelekî zêde bûne.    ŞERT Û MERC XIRABTIR DIBIN   Coşkûn da zanîn ku wan li ser îfadeyên girtiyên ji girtîgehên F, S û Ewlehiya Bilind ên Erzirom, Wan, Agirî û Îdîrê serdan kirine û got ku wan di hevdîtinên xwe de binpêkirin mafan tomar kiriye.   Coşkûn anî ziman ku şert û mercên girtîgehan roj bi roj xerabtir dibin û wiha domandr: “Hewl tê dayîn têkiliya di nava girtiyan de bê qutkirin. Ev, hatiye wê astê ku em jê re dibêjin tecrîd. Li aliyê din di warê têkbirina têkiliyên girtiyan de, mixabin mafê girtiyan ê xwegihandina tenduristiyê, xwegihandina televîzyon, rojname û rêyên din ên ragihandinê bi piranî tên binpêkirin."   ‘SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAYÊN KIRIN'   Coşkûn destnîşan kir ku divê têkiliyên girtiyan û derve li gorî peymanên navneteweyî bin û liyaqî rûmeta mirovahiyê bin. Coşkûn anî ziman ku rewşa li girtîgehan berovajî qanûnên neteweyî û navneteweyî ye û got ku mafê xwegihandina tenduristiyê yek ji binpêkirinên herî girîng e. Coşkûn anî ziman ku girtî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û got: “Girtiyan an qet naşînin nexweşxaneyan an jî dereng dişînin. Mixabin binpêkirinên wekî nedermankirinê û nedana dermanan didomin."    AXAFTINA BI KURDÎ TÊ ASTENGKIRIN   Coşkûn anî ziman ku di mehên dawî de li hemberî girtiyên bi zimanê kurdî diaxivin polîtîkaya astengkirinê tê meşandin û got ku ji bo ruhê salên 1980'î tê vejandin. Coşkûn wiha berdewam kir: “Ev tevgerek bi feraseta Esat Oktay Yildiran û pêkhateyên wî yên ku bi dirûşmeya ‘Tirkî biaxive, pir biaxive’ bi xwe ye. Ev yek bi temamî li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî û mafên mirovan e. Jixwe hevdîtineke kurt a 10-15 deqeyan pêk tînin, lê ji ber ku gotineke kurdî hevdîtin tê qutkirin û qedexekirin. Girtî nikarin bi malbatên xwe re bi kurdî biaxivin, nahêlin li kêleka hev rûnên. Ev li dijî hiqûqê ye. Hema bêje heman binpêkirinên di salên 80-90’î de li girtîgehan tên kirin."   ‘DIVÊ GIRTÎGEHÊN TÎPA S Û EWLEHIYA BILIND BÊN GIRTIN'   Coşkûn anî ziman ku li girtîgehên Ewlehiya Bilind û Tîpa S bi tevahî polîtîkaya tecrîdê tê meşandin û ev girtîgeh bi vê mantiqê hatine avakirin û got ku divê ev girtîgeh bên girtin.    Coşkûn bang li rayedaran kir û ev tişt anîn ziman: “Pêvajoyên înfazê yên li girtîgehan divê li gorî qanûnên navneteweyî bên meşandin. Pêkanînên wekî muameleya xirab, îşkencekirin, lêgerîna tazî û lêgerîna li hundirê dev divê demildest bên rawestandin."   Her wiha Coşkûn destnîşan kir ku divê civak jî bi wijdanî nêzî vê meseleyê bibe û her kes hay ji vê tecrîdê hebe.