Li Girtîgeha Rihayê binpêkirinên mafan: Berdan tune ye, lêpirsîn û zext hene 2024-08-31 09:47:54 RIHA - Koordînatorê Girtîgehan ê Şaxa OHD a Rihayê Sabrî Gungen bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê û got ku sedema van binpêkirinan tecrîda Îmraliyê ye.    Li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê ku gelek caran bi binpêkirinên mafan dibe rojev, mafê girtiyên nexweş ên dermankirinê tê astengkirin û bêyî haya girtiya jê hebe tên sewqkirin. Li girtîgehê zext û tundî didomin.    Endamê Koordînasyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Sabrî Gungen diyar kir ku li Girtîgeha Rihayê hema bêje her roj binpêkirina mafan tê kirin. Gungen diyar kir ku di van demên dawî de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê gelek sirgûn hatine kirin û got ku li Girtîgeha T-1'ê 38 û li Girtîgeha T-2'yê jî 15 kes hatine sirgunkirin. Gungen anî ziman ku piraniya girtiyan sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Erzînganê hatine kirin û got: "Her wiha li Girtîgeha T-2'yê tim înfaza girtiyan tê şewitandin. Di girtîgeha T-2'yê de înfaza 6 kesan hatiye şewitandin."   Gungen da zanîn ku ji serê sala 2024'an û vir ve li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Rihayê mafê berdana bi şertî ya girtiyan nayê bikaranîn û girtî nayên berdan.    JI BER STRANA KURDÎ Û GOVENDÊ LÊPIRSÎN   Li aliyê din Gungen da zanîn ku di van mehên dawî de di serdegirtinên hucreyan de pirtûkên Weşanên Aramê bê hincet hatine desteserkirin û der barê 3 girtiyan de bi hinceta ku di 15’ê Tebaxê de govend gerandine lêpirsîn hatiye vekirin. Gungen got: “Hemû pirtûkên ku ji aliyê Wezareta Çandê ve hatine pejirandin, dikarin li girtîgehan werin xwendin û ji girtiyan re bên şandin. Her çiqas di rêziknameya girtîgehê û qanûna înfazê de tu astengî li pêşiya weşanxaneyê tune be jî, desteserkirina pirtûkên ku ji aliyê Weşanên Aramê ve hatine çapkirin bi temamî bi kêfî tên qedexekirin. Di heman demê de em hîn bûn ku der barê 3 girtiyan de ku di 15’ê Tebaxê de li ber stranên kurdî govend gerandine jî bi îdiaya 'propagandaya rêxistinê'lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ev jî binpêkirina mafan in."    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Gungen bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got ku li girtîgehên tîpa T 22 girtiyên nexweş hene û di nava wan de girtiyên ku pêwîstiya wan demildest bi mudaxileya tibbî heye hene. Gungen anî ziman ku li gorî lêkolînên wan pêvajoya dermankirinê ya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nehatiye destpêkirin û wiha got: “Berê jî rewşa Şehrîban Mimkara hatibû rojevê. Demildest divê Mimkara li derveyî girtîgehê, li nexweşxaneyeke baş bê dermankirin. Lê belê 3-4 sal in li girtîgehê bi dermanan tê dermankirin. Û jixw eve derman jî bi awayekî rêkûpêk nayên dayîn. Gumanên me hene ku Saziya Tiba Edlî jî li vir bêalî tevnagere. Di rastiyê de, hema hema hemû girtiyên nexweş ên ku em li girtîgehan dibînin, ew girtî ne ku hema bêje bi zorê diaxivin. Bi qasî ku me dît, ji bo girtiyên nexweş yên rewşa wan giran divê rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' bê dayîn, lê Tiba Edlî vê raporê hema bêje ji bo girtiyên siyasî nade. Em bawer dikin ku ev bi zanebûnî hatiye kirin."   Gungen da zanîn ku girtiyekî 60 salî yê li Girtîgeha Sêwregê ku gelek nexweşî pê re hene, tevî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne' jî nayê berdan.   ‘TECRÎD JI ÎMRALIYÊ BER BI HEMÛ GIRTÎGEHAN VE BELAV DIBE'   Gungen destnîşan kir ku bingeha hemû pirsgirêkên ku çêdibin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên pê re Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş e. Gungen bal kişand ser girtîgehên Tîpa S'yê yên di demên dawî de hatine çêkirin û diyar kir ku girtiyên siyasî li vê derê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tên girtin û got: “Divê were destnîşankirin ku girtiyên ji girtîgehên Rihayê hatine sirgûnkirin bi taybetî birine Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Erzinganê. Tekane têkiliya girtiyan bi derve re malbatên wan in. Armanca sirgûnkirina girtiyan a li van deran ew e ku têkiliya wan a bi derve re bê qutkirin û tecrîd e. Divê ev tecrîda dijmirovî ya li ser girtiyên siyasî wekî parçeyek ji tecrîda ku bi salan li Îmraliyê li ser birêz Ocalan tê meşandin bê dîtin. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku parçeyek ji pirsgirêka kurd e, encax bi rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan re dikare bi dawî bibe."    MA / Ceylan Şahînlî