Abdullah Ocalan: Ez ji bo aştiyê şer dikim 2024-08-31 10:06:36 RIHA - Abdullah Ocalan ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd têdikoşe, dibêje “Ez ji bo aştiyê şer dikim.” Tevî daxwazên aştiyê jî Ocalan li Îmraliyê tê tecrîdkirin.  Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ku bi dagirkirina Polonyayê ji aliyê Naziyan ve di 1’ê Îlona 1939’an de dest pê kir û 6 salan dewam kir, zêdeyî 70 mîlyon mirovan jiyana xwe ji dest dan. Yekitiya Sovyetê û endamên Pakta Varşovayê ji bo bîranîna windahiyên di şer de jiyana xwe ji dest dane û aştiyê pêk bînin, 1’ê Îlonê wekî "Roja Aştiyê ya Cîhanê" ragihandin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di sala 1981’an de 21’ê Îlonê wek Roja Aştiyê ya Cîhanê ragihand. Ji ber vê sedemê li hinek deverên cîhanê 1’ê Îlonê û li hinek deverên cîhanê jî 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tê pîrozkirin.   Lê belê di 85 salên piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn de şer û pevçûn li hemû cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn berdewam dikin.  Şerê Rûsya û Ûkraynayê ku di sala 2021’an de dest pê kir û êrişên Îsraîlê yên di 7’ê Cotmeha 2023’yan de li ser Filistînê jî li şer û pevçûnên li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê hatin zêdekirin. Her wiha Îsraîl li dijî Lubnan û Îranê jî êrişên xwe didomîne. Gelên cîhanê bi pêvajoya pevçûnê re careke din şahidiya siyaseta xwînrêj a netew-dewletan dike.    OCALAN TÊ TECRÎDKIRIN Û AŞTÎ PÊK NAYÊ    Abdullah Ocalan tevî ku 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdkirî de tê ragirtin jî lê di her hevdîtinên xwe de daxwaza pêkanîna aştiyê kir. Lê ev 42 meh in agahî ji Ocalan û girtiyên cem wî nayê girtin. Bi rasthatina 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê carek din awir dizivirin ser peyamên Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê.    ‘EZ Ê JI BO AŞTIYÊ ŞER BIKIM’    Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re ku 7’ê hezîrana 1999’an pêk anîbû gotibû: “Her aştiya şerekî heye. Yên ku aştiyê nas nakin şer dikin. Aştiya herî baş ji şer dijwartir e. Têgînên şer û aştiyê rast fêm bikin. Dibe ku sibe biçim darvekirinê, lê ez ê xebatên xwe yên aştiyê bidomînim. Şer hilweşandina xerabiyê ye, aştî afirandina bedewiyê ye. Asta wê ya sifirê tune ye. Divê aştî weke hunerekê were hûnandin û birêvebirin. Ev şîreta min e.”    Abdullah Ocalan di 19'ê hezîrana heman salê de di hevdîtinek din a bi parêzerên xwe re wiha gotibû: "Ev utopyaya şerê aştiyê ye. Jiyana min bi vî rengî fêm bikin. Ez dixwazim utopyaya aştiyê pêk bînim. Ez di mijara aştiyê de pir cidî me. Divê ev weke taktîk neyê fêmkirin."   ‘WATEYA AŞTIYÊ AZADÎ YE’    Abdullah Ocalan ku gelek caran destnîşan kir ku divê jiyan li ser aştiyê hûr û kûr bibe û di hevdîtina 29'ê hezîrana 1999'an de jî wiha gotibû: "Ji bo aştiyê şerekî bêhempa tê meşandin. Gelo bi pevçûnên xwînrêj re wê şerê du sed salan veguhere aştiyê? Gelo wê şer bi dawî bibe? Hewldanek aştiyê ya mezin dest pê dike, şerekî dîrokî ye. Em êşa herî giran a aştiyê dikişînin. Her saniyeyek ku li vir derbas dibe pîroz e. Tu kes bi qasî me êşa şer nakişîne. Ez ê ji bo aştiyê bijîm, gelo hat fêmkirin? Wateya şer jî aştiyê jî azadî ye. Li ser navê her kesî armanc bi ser xistina azadiyê ye. Ez hêvî dikim ku her kes xwedî fê têgihiştinê be.”    TÊGIHIŞTINEK NÛ YA AŞTIYÊ    Abdullah Ocalan di hevdîtina 2’ê kanûna 1999’an de bal kişand ser wê yekê ku ew ji bo aştiyê têdikoş e û wiha gotibû: "Ez 24 saetan di nava şer de me. Ez ji bo aştiyê şer dikim. Şerê ji bo aştiyê ji şerê li derve dijwartir e. Aştî ne tenê hembêzkirin e. Dijberên xofdar ên aştiyê hene. Aliyê me aliyê piştevanî û alîkariya ji bo pêvajoya aştiyê ye.”    Abdullah Ocalan di hevdîtina 6’ê kanûna 1999’an de bal kişandibû ser têgihiştineke nû ya aştiyê ku çêbibe û gotibû: "Ya şerekî dijwar yan jî pêvajoyek berfireh a aştiyê hwece ye. Nezelalî xeternak e. Heke xebatên aştiyê kûr nebin, dê şer û pevçûn li pêş bikeve.”    PIRTÛKÊN WÎ YÊN LI SER ÇARESERIYÊ      Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di parastin ango pirtûkên ku nivîsandin de jî têkildarî aştiyê û çareseriyê gelek nirxandin û analîzan kiriye û li ser felsefeya şer û aştiyê û azadiyê rawestiyaye.    Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve di her hevdîtinên xwe de qala aştiyê kir û li ser pêkanîna aştiyê sekinî.    MA / Ceylan Şahînlî