Ji Dayikên Aştiyê banga 1’ê Îlonê: Bê Ocalan aştî pêk nayê 2024-08-31 10:45:06 STENBOL - Dayikên Aştiyê ji bo aştiye bi rûmet were pêkanîn têkoşînek bênavber didin û diyar kirin ku şer li her qadê bandorê dike û gotin tenê Abdullah Ocalan dikare aştiyê pêk bîne.   Gelê kurd û dostên xwe carek din di bin siya şer de pêşwazî li 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dikin û xwe amade dikin ku sibê dakevin qadan. Li Stenbolê jî bi wesîleya 1’ê Îlonê dê li Meydana Îskeleyê ya Kadikoyê daxuyaniya girseyî were dayîn.      Dayikên Aştiyê yên ku ji sala 1999’î vir ve ji bo aştiyê têdikoşin, carek din banga şatiyek bi rûmet ku pêk were kirin. Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li ser aştiyê axivîn.    ‘DIVÊ JI BO AŞTIYÊ MUZAKERE BI OCALAN RE BÊ KIRIN’    Sabîha Bozan   Dayika Aştiyê Sabîha Bozan (65) diyar kir ku ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde pêk were wan serî li gelek cihan bi taybet jî serî li Wezareta Dadê û Meclisê dane. Bozan diyar kir ku Tirkiye tevî têkoşîna xwe ya li her qadê didomînin jî wan destê xwe yên aştiyê ku dirêjî Tirkiyeyê kirine li hewa maye û got: “Em dixwazin di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi Abdullah Ocalan re muzakereyek nû bê kirin. Şer pir hêsan e, îro li her derê cîhanê şer heye, ya girîng avakirina aştiyê ye. Ji bo vê jî divê pêşî parêzer û malbata Abdullah Ocalan dikaribin hevdîtinan bikin. Ev 42 meh in destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Rewşa tecrîdê polîtîkayên şer hîn dijwartir dike. Beriya her tiştî divê muzakere bê kirin. Piştre divê ev polîtîkayên zilmkirinê yên li girtîgehan bi dawî bibin."   DAXWAZA AŞTIYEK BI RÛMET    Bedîa Gokguz   Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz (66) jî di destpêka axaftina xwe de ji bo rojnamegerên jin ên li Silêmaniyê hatin qetilkirin sersaxî xwest. Gokguz anî ziman ku dewlet ji ber ku dayik daxwaza aştiyê dikin, qetilkirina zarokên wan didomîne û got: “Em weke dayikên aştiyê aştiyeke bi rûmet, wekhev û azad dixwazin. Dema em dibêjin aştî, dewlet teslîmiyet û xiyanetê li ser me ferz dike û dibêjin 'hûn van qebûl bikin wê aştî pêk were'. Em nikarin vê yekê qebûl bikin. Belê em aştiyê dixwazin, lê em aştiyeke ku em jî wek hemû gelên cîhanê di nava şert û mercên bi rûmet, adil, azad û wekhev de bijîn dixwazin."   'BILA PÊŞIYA BIRÊZ OCALAN BÊ VEKIRIN’    Maytap Toprak   Dayika Aştiyê Maytap Toprak (56) jî destnîşan kir ku li dijî gelê kurd şerekî mezin tê birêvebirin û got: “Em jî wek gelên din ên cîhanê aştî û jiyanek bi rûmet dixwazin. Em nasname û zimanê xwe dixwazin. Em dixwazin bi awayek azad çanda xwe bidomînin. Heke îro zarokên 10 salî jî ji aştiyê bêtir qala şer dike, her kes ji vê yekê berpirsiyar e. Birêz Ocalan têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd dibêje, ‘ez ê vî karî di hefteyekê de çareser bikim’. Yên ku îro nikarin aştiyê pêk bînin divê pêşî li birêz Ocalan vekin.”    ‘ŞER Û ZILM ZÊDE DIBE’    Guler Bugday   Dayika Aştiyê Guler Bugday (75) jî da zanîn ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê girîng e û got ku li cîhanê kesek bi awayek jidil xwedî li aştiyê dernakeve. Bugday anî ziman ku peyva aştiyê li cîhanê tenê li ser kaxez maye û wiha got: “Îro dema em li Rojhilata Navîn dinêrin, mîna kaniyê xwîn diherike. Lê ev 40-50 sal in li Kurdistanê şer berdewam dike. Her ku diçe zilm û înkar zêde dibe. Li cîhanê her şerek bi aştiyê bi dawî bûye. Ez wek dayikekê dibêjim aştî û ez ê her bêjim aştî. Li ser vê axê destûrê didin her tiştî, lê tehamula wan ji bo aştiyê nîne û her daîm şer dixwazin.”    Bugday diyar kir ku desthilatdar ji bo meqam û qoltixên xwe biparêzin şer didomînin û xwest her kes li dijî şer rabe û daxwaza aştiyê bike.