Amed ji bo 1’ê Îlonê amade ye: Rêya aştiyê, rakirina tecrîdê ye 2024-08-31 12:01:41 AMED - Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bo tevlibûna mitînga 1’ê Îlonê ku dê li Qada Şêx Seîd were lidarxistin bang kirin û wiha gotin: “Pêdiviya gelen bi aştiyê heye. Rêya aştiyê jî di şikandina tecrîda li Îmraliyê de ye.”  Amadekariyên ji bo mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li Amedê bi dawî bûn. Mitîng dê bi dirûşma “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê paşve bixin û baweriya xwe ya bi aştiyê bihêz bînin ziman” were lidarxistin. Hêzên ked û demokrasiyê dê beriya mitîngê saet di 17.00’ê de li pêşiya plazaya AZC’ê ya li Semta Ofîsê ya Bajarê Nû bên gel hev. Girse dê ji vir heta Qada Şêx Seîd bimeşe. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar dê beşdarî mitîngê bibe.    Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz û Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Farûk Ercan banga tevlibûna mitîngê kirin.    'PÊDIVIYA GELAN BI AŞTIYÊ HEYE’   Gurbuz, got ku dê di mitînga Amedê de daxwazên xwe yên aştiyê bi awayekî xurt bînin ziman. Gurbuz, wiha dom kir: “Rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiyê, bi şikandina tecrîda li Îmraliyê pêkan e. Divê her kes di 1’ê Îlonê de li dijî tecrîda li Îmraliyê dengê xwe bi awayekî herî xurt derxîne. Armanca esasî ya meşê daxwaza bidawîkirina tecrîdê û domandina muzakereyên bi birêz Abdullah Ocalan re ye. Ji ber ku pêdiviya gelan bi aştiyê heye. Banga me ji bo gelê Amedê ew e ku ji bo daxwaza xwe ya aştiyê bi dengekî herî bilind biqîrin, sibe bên pêşiya plazaya AZC’ê ya li Ofîsê. Kurd, tirk, ermen, çerkez, divê her kes xwedî li meşê derkeve.”    'EM HEMÛ AŞTÎXWAZAN VEDIXWÎNIN MEŞÊ’    Ercan jî anî ziman ku girîngtirîn rojeva herêmê aştî ye û wiha got: “Heta aştî neyê dê tu pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn çareser nebin. Mixabin bi sedan sala ye ev erdnîgarî navenda şeran e. Sedema hemû pirsgirêkên li welêt, nebûna aştiyê ye. Lewma banga me ji bo hemû dînamîkên li bajar û aştîxwazan ew e ku tev li meşê bibin.”