Êriş di roja 330’an de didomin: 40 hezar û 602 filistînî hatin qetilkirin 2024-08-31 12:09:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Îsraîlê yên şevên din li dijî Şirîda Xezeyê de herî kêm 29 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Di encama êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê heta niha de zêdetirî 40 hezar filistînî hatin qetilkirin.  Di encama êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê heta niha yên li dijî Şirîda Xezeyê de herî kêm 16 hezar û 589 jê zarok û 10 hezar û 980 jê jin, bi giştî 40 hezar û 602 filistînî hatin qetilkirin. Di êrişan de 93 hezar û 855 kes jî birîndar bûn.    ŞEVÊ DIN 29 FILISTÎNÎ HATIN QETILKIRIN   Êrişên artêşa Îsraîlê di roja 330’an de didomin. Artêşa Îsraîlê şevê din deverên cuda yên Xezeyê bombebaran kir û di êrişan de 29 kes hatin qetilkirin. Hat ragihandin ku hêj cenazeyên welatiyan di bin kavilan de ne û bi hedefgirtina nexweşxane û saziyên perwerdeyan re binesazî tê texrîbkirin.