Makbûle Ozer bêyî agahiya malbatê danîn ber deriyê girtîgehê 2024-08-31 13:31:04 WAN - Girtiya nexweş Makbûle Ozer a 82 salî îro hate berdan. Kurê Ozer, Medenî Ozer diyar ki ku dayika wan bêyî agahiyê di saetên serê sibehê de hatiye berdan û wiha got: “Dayika min saetekê li pêşiya girtîgehê hate sekinandin.”    Dayika bi navê Makbûle Ozer a 82 salî di 9’ê gulana 2022’yan de bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” li navçeya Artemêtanê ya Wanê hate girtin. Di 7’ê îlonê de hate berdan û piştî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya “Dikare di girtîgehê de bimîne”, di 22’yê nîsana 2024’an de dîsa hate girtin.    Girtiya nexweş Ozer, piştî 254 rojan ku cezayê xwe temam kir, hate berdan.    SAETEKÊ LI BER DERIYÊ GIRTÎGEHÊ HATE SEKINANDIN    Ozer, di saetên serê sibehê de beriya agahiya malbata wê ji deriyê derve yê girtîgehê hate berdan. Ji ber ku agahiya malbata wê jê tune bû, saetekê li vir sekinî. Piştre jî peywirdarên girtîgehê xwestin radestî emniyetê bikin. Lê Ozer li dijî vê derket û li ser vê yekê malbata wê ji rewşê hate agahdarkirin.    Bi agahiyê re malbata Ozer tavilê çû pêşiya girtîgehê. Malbat, li vir li benda hatina rêxistinên civaka sivîl û xizmên Ozer man. Lê belê leşkeran destûr nedan malbat li wir bisekine. Li ser vê yekê Ozer û endamên malbatê li noqteyeke di ketina bajar de sekinîn. Lê li ser hişyariya leşkeran, malbat derbasî malê bû. Gelek nûnerên sazî û partiyên siyasî çûn serdana Ozer.    ‘LI GORÎ ÎKTÎDARÊ HEKE TU KURD BÎ TU SÛCDARÎ’    Kurê Ozer, Medenî Ozer di serdanê de axivî û wiha got: “Hem dayika me hem jî bavê me pêvajoyeke zehmet derbas kirin. Em spasiya her kesên ji roja ewil heta niha piştevaniya me kirin dikin. Dayika min 254 roj in girtî bû. Emrê wê ne emrekî wisa ye ku bikare di girtîgehê de bimîne. Diviyabû bi malbata xwe re bûya. Lê îktîdar li temenî nanihêre û ji ber kurdbûna dayika min, ew di girtîgehê de hişt. Her kesê kurd di nezera îktîdarê de sûcdar e. Lê çi bikin jî gelê kurd ji doza xwe nagere. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê ev têkoşîne bidome.”    ‘XWESTIN TESLÎMÎ EMNIYETÊ BIKIN’   Ozer, da zanîn ku dayika wî serê sibehê saet di 07.00’ê de ji girtîgehê hate berdan û wiha pê de çû: “Em di pergaleke wisa de dijîn ku ji derketina dayikeke 70 salî ya girtîgehê ditirsin. Dayika min radestî cendirmeyan kirine û piştre xwestine bişînin emniyetê. Lê dayika min qebûl nekiriye û li ser vê yekê saet di 08.00’ê de li me geriyan. Em çûn me dayika xwe ji girt girt. Ji me re gotin ‘hûn nikarin li vir bisekinin.’ Heta em hatin noqteya polîsan jî em şopandin. Nehiştin em li wir bisekinin lewma em hatin malê.”    ‘JI DAYIKÊN ME DITIRSIN’   Hevserokê TUHAY-DER a Wanê Çetîn Uyar jî di serdanê de axivî û wiha got: “Bi dehan dayikên me yên mîna dayika Makbûleyê di girtîgehan de ne. Dayikeke 82 salî bêyî agahiya malbata wê tê berdan. Ev derhiqûqtî ye. Li cem wê ne malbat ne jî parêzer hebû. Bi tena serê xwe radestî cendirmeyan dikin. Ev yek nîşan dide ku ji gelê kurd ditirsin. Sedema van êrişên ser dayik, jin û hevalên me, ji tirsa wan e. Ji 7 salî heta 70’ê saliyê ev têkoşîn dê bidome. Di serî de birêz Abdullah Ocalan, em ê xwedî li hemû girtiyên siyasî derkevin.”    Dayika Makbûle Ozer jî ji ber serdanan spasî kir.    ÇI BÛBÛ?   Polîsan di 24’ê tîrmeha sala 2018’an de li navçeya Artemêtan a Wanê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” bi ser mala Makbûle Ozer û Hadî Ozer de girtin. Di serdegirtinê de hemû endamên malbatê hatin binçavkirin. Piştre jî bi îdiaya “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî dane rêxistinê”, derheqê Makbûle û Hadî Ozer de doz hate vekirin. Di dozê de li her yekî 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn.    Ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û li ser vê yekê Makbule û Hadî Ozer di 9’ê gulana 2022’yan de hatin girtin û şandin Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê. Gelek nexweşiyên Makbûle Ozer hebûn û ji sedî 61 astengdar bû. Piştî rapora ATK’ê ya “Nikare di girtîgehê de bimîne”, înfaza Ozer ji bo salekê hate taloqkirin. Ozer, di 7’ê îlona 2022’yan de hate berdan û hevjînê wê Hadî Ozer jî piştî temamkirina cezayê xwe hate berdan.    WERGÊRÊ ATK’Ê ‘PEYWIRDARÊ EWLEHIYÊ’ BÛ    Piştî dema taloqkirina înfazê temam bûyî, ATK’ê îcar jî ji bo Ozer rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” derxist. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji bo nakokiya di navbera rapora yekemîn û duyemîn de ji holê rabe, xwest raporeke nû were amadekirin. Li ser vê yekê ATK’ê di 3’yê nîsana 2024’an de careke din rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” derxist. Bi vê yekê re Ozer di 22’yê nîsanê de dîsa hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.