Rejîma Îranê kolbereke din qetil kir 2024-08-31 14:16:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê kolberê bi navê Asaad Espandar li Baneyê qetil kirin.    Hêzên rejîma Îranê li herêma sînor a Alutê ya li Bane ya Eyaleta Kurdistanê kolberê bi navê Asaad Espandar ê 24 salî qetil kirin.    Li gorî agahiyên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (HENGAW); hêzên rejîmê di şeva 29’ê tebaxê de ji cihekî nêz û bêyî agahiyê bide, komeke kolberan gulebaran kirin. Di êrişê de guleyek li pişta Espandar ket û bi giranî birîndar bû.    Çavkaniya ku bû şahidê birîndarbûna Espandar, diyar kir ku hêzên rejîmê Espandar bi wî halê birîndarî li erdê hişt û heta çendek saetan nehişt sewqî tu tesîsên tibbî were kirin û ji ber xwîna Espandar zê de çû, jiyana xwe ji dest da.