Li Çiyayê Gabarê şewat derket 2024-09-01 08:59:04   ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê ku qirkirina xwezayê lê didome, şewat derket.    Li girên Guneş û Ziyaretê yên Çiyayê Gabarê yê Şirnexê ku birîna daran lê didome, şewat derket. Sedema derketina şewatê nehat zanîn. Heta niha jî ji bo vemirandinê tu mudaxile nehatine kirin. Li herêma behsa xeberê leşker û cerdevan hene.    Hat zanîn ku ji ber mudaxileyî şewatê nayê kirin, şewat li gelek noqteyên din ên herêmê belav bûye.