Birayê girtiyê hatiye derbkirin: Ewlehiya canê wî nîne 2024-09-01 09:04:03 AMED - Yek ji girtiyên li Girtîgeha Kirşehîrê rastî tundiyê hatibû jî Îsmaîl Tuzun e. birayê Tuzun, Ozgur Tuzun diyar kir ku ewlehiya canê birayê wî nîne.  Girtiyên bi navên Huseyîn Aşkan, Mansur Zan û Îsmaîl Tuzun ên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tên ragirtin, di 29’ê tebaxê de li ser telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Di axaftinê de girtiyan got ku di 26’ê tebaxê de bi ser hucreyên wan de hatiye girtin û rastî tundiyê hatine. Girtiyan da zanîn ku niha di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û milê Zan şikestiye.    BI MEHA YE TUNDÎ TÊ KIRIN   Birayê Îsmaîl Tuzun, Ozgur Tuzun diyar kir ku parçeyên şarapnalê di laşê birayê wî de hene. Tuzun, da zanîn ku her wiha nexweşiyên weke rûvî, mîde û hwd. ên birayê wî hene û wiha got: “Kekê min 21 sal in girtî ye. Di van 4-5 mehên dawî de birayê min nayê tedawîkirin. Sepanên weke lêgerîna nava dev, lêgerîna tazî li girtiyan ferz dikin. Lewma girtî naçin nexweşxaneyê. Rêveberiya girtîgehê nahêle girtî biçin nexweşxaneyê. Birayê min di adarê de sirgunî Girtîgeha Kirşehîrê kirin. Ji ber ku lêgerîna tazî red kir, hate îşkencekirin. Îşkence wê demê dest pê kir. Piştre 2-3 mehan di hucreya yekkesî de hate ragirtin. Dema di hucreyê de jî her tim lê dixistin, tacîz dikirin û sor dikirin. Wê demê nêzî mehekê kete greva birçîbûnê. Piştre derbasî qawîşa asayî kirin. Tişta ku ez jê re dibêjim qawîş, rojê saetekê derdikevin hewşê.”    NÊZIKATIYA MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ   Tuzun, anî ziman ku ewlehiya canê kekê wî û girtiyên din ên li Girtîgeha Kirşehîrê tên ragirtin tune ye. Tuzun, axaftina xwe wiha qedand: “Birayê min li ser telefonê got ku ewlehiya canê wan tune ye. Çi tişt bi serê girtiyan bê, berpirsyarê vê rewşê rêveberiya girtîgehê ye. Birayê min li girtîgehê bi midûrê yekemîn re hevdîtin kiriye. Midûr jê re gotiye; ‘Ferman min da. Em dê tişta pêwîst bikin.’ Îsmaîl jî jê re gotiye; ‘Di demeke ku tu tişt li holê tune, em çima li cihê xwe yê rûniştî rastî êrişê tên?’Midûr jî jê re gotiye; ‘Em kengî çi bixwazin dê bikin.’ Bi qasî Îsmaîl vegot, ji meha adarê heta niha di şexsê Îsmaîl de li dijî girtiyên siyasî zextên giran tên kirin ku serî bitewînin. Banga me li tevahiya raya giştî ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.”    MA / Rûkiye Adiguzel