Tehliyeya girtiyên ‘poşmantî’ red kirin cara 4’an hate taloqkirin 2024-09-01 09:04:40 AMED - Tehliyeya Aydin Kudat û Abdurrahman Guner ku 32 sal in girtî ne û “poşmantî” red kirin, cara 4’an hate taloqkirin. Vasîsa Guner, Zeynep Guner bertek nîşan da û wiha got: “Hezar sal jî bi ser re derbas bibin dê girtî vê zextê qebûl nekin.”  Girtiyên bi navên Aydin Kudat û Abdurrahman Guner (54) di sala 1992’yan de li navçeya Bismilê ya Amedê hatin girtin û li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hatin darizandin. Dadgehê bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê li Kudat û Guner birî. Tehliyeya girtiyan cara 4’an hate astengkirin. Kudat û Guner li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tên ragirtin û diviya di 6’ê îlona 2022’yan de bihatina berdan. Lê belê bi hinceta ku di sala 1995’an de li Yozgatê daxwaznameya “Statûya dîlgirtîbûnê (qebûlnekirina girtîmayînê), di sala 1996’an de salek cezayê hefsê lê hatibû birîn lewma nehatin berdan. Di sala 2012’an de ev cezaye hate betalkirin û biryara beraetê hate dayin. Lê haya Kudat û Guner di kanûna 2022’yan de ji vê biryarê bû. Girtiyên ku hay ji rewşê bûn, ji bo tehliyeyê serlêdan kirin. Lê belê bi hinceta ku zexta “Poşmantiyê” qebûl nekirine, Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeya wan ji bo salekê taloq kir. Lijneyê di kanûna 2023’yan de ji bo 3 mehan, di 27’ê adara 2024’an de jî ji bo 5 mehan biryara taloqkirina tehliyeyê da. Tehliyeya Kudat û Guner herî dawî di 28’ê tebaxê de bi hinceta “poşmantî qebûl nekirine” ji bo 5 meh û rojekê hate taloqkirin.    ÎDAREYÊ GEF LI GIRTIYAN XWAR   Vasîsa Guner, Zeynep Guner diyar kir ku rêveberiya girtîgehê girtiyan dibe korîdorê û li wir nêzî saetekê zexta “poşmantiyê” lê ferz kiriye. Guner, da zanîn ku ji ber girtiyan “poşmantî” red kirine, tehliyeya wan hatiye taloqkirin. Her wiha rêveberiya girtîgehê jî bi gotinên “Heta ku hûn gotina ‘ez poşmanim’ red bikin dê nekarin ji vir derkevin.” gef li girtiyan xwariye.    Zeynep Guner, destnîşan kir ku nexweşiyên mîdeyê yên Abdurrahman Guner hene û bi gumana penceşêrê teşhîs hatiye kirin. Guner, wiha domand: “Birayê wî ji ber penceşêra mîdeyê jiyana xwe ji dest da. Her wiha dema girtî diçin nexweşxaneyê pirsgirêkan dijîn. Rêveberiya girtîgehê li noqteya birina nexweşxaneyê jê re pirsgirêkan derdixîne û tedawiya hevalên me asteng dike.”    ‘ZEXTA POŞMANTIYÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’    Guner, got ku girtiyan jê re gotine “Me tiştekî jê poşman bibin nekiriye” û axaftina xwe wiha qedand: “Li girtiyên 32 sal in di girtîgehê de zexta ‘poşmantiyê’ dikin. Ev yek bêrûmetî ye. Ne 32 salan, hevalên me bi hezaran salan jî di girtîgehê de bimînin dê vê qebûl nekin. Malbatên wan jî tiştekî wiha ji wan daxwaz nakin. Em bêrûmetiyeke wiha qebûl nakin. Ev zexta pergal û rêveberiya girtîgehê ferz dike, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em ji dewletê re dibêjin ‘êdî bes e.’ Êdî dawî li vê barbariyê û dijminatiyê bînin. Bû 32 sal û malbat li çavrêya wan in. Dayika wî beriya kurê xwe bibîne, 2 sal berê wefat kir. Bav û birayê xwe winda kir. Ji bilî min û birayekê wî tu kesekê wî li derve nema ye. Em naxwazin êdî li ber deriyên girtîgehan bimînin. Me bi hezaran sol li ber deriyên girtîgehan rizandin. Em dixwazin ev hevalên me êdî bên berdan.”