Eren ê DEM Partiyî: Desthilat li pişta êrişên nijadperest e 2024-09-01 09:06:06 AMED - Parlamanterê DEM Partiyê Serhat Eren diyar kir ku li pişt êrişên nijadperest ên li hemberî kurdan polîtîkayên desthilatê hene. Di demên dawî de li Tirkiyeyê polîtîkayên berberîkirinê yên desthilatê dibin sedema zêdebûna êrişên nijadperestî û tundiyê. Pêvajoya ku bi jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dest pê kir, bi girtina kesên ku li ber muzîka kurdî govend gerandin berdewam kir.   Ji 21’ê Tebaxê û vir ve li 3 bajaran li dijî kurdan êrişên nîjadperestî pêk hatin. Ozgur Îpek, Mehmet Argîn û Cemal Guzel ên li Balikesîrê di înşaetê de dixebitîn, êvara 21'ê Tebaxê dema li Parka Ataturk a li Taxa Altieylûlê li muzîka kurdî guhdar dikirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 3 karkerên ku bi hinceta “Gilî heye” nasnameyên wan hatin kontrolkirin, rastî êrişa notirvan û xwediyê lûnaparkê hatin. Karkerên ji Amedê yên ku li Taxa Aksalur a navçeya Urgup a Nevşehîrê di karê montajirinê ya tesîsa enerjiya tavê de dixebitîn, ji ber ku formayê Amedsporê li xwe kiribûn di 23'yê Tebaxê de rastî êrişeke bi çek, kêr û daran hatin.    Herî dawî di 30'yê Tebaxê de li Salîpazariya Samsûnê karkerên çandiniyê yên ji Rihayê rastî êrişa çekdarî hatin.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Amedê Serhat Eren diyar kir ku êrişên li ser kurdan girêdayî polîtîkayên desthilatê ne û got ku wê kurd li dijî van êrişan dest ji zimanê xwe bernedin.   Eren anî ziman ku zêdebûna êrişên nijadperest ne li derî polîtîkayên desthilatê ne û got ku komên nijadperest ên sivîl ên ji aliyê polîs û notirvanan ve hatine avakirin bi hêza ku ji desthilatê girtine êriş dikin. Eren got: “Li gelek metropolên Tirkiyeyê li dijî kurdan, karkerên kurd û kurdên ku bi zimanê xwe yê zikmakî muzîkê dibêjin û dîlanê dikin, kampanyayê lînckirinê çêdibin. Rewşa bingehîn a van êrişan, zimanê nefret û cihêkar ê desthilatê ye."    Eren got: “Hevalê me yê li Balikesîrê rastî êrişê hat, hat girtin. Ew der ji bo wî ne ewle ye. Me bi nivîskî daxwaz kir ku wî bibin girtîgeheke din. Em careke din bi devkî bang li Wezareta Dadê dikin; em daxwaz dikin ku hevalê me yê li wir girtî ye bişînin girtîgeheke ewle û nêzî malbata wî."   Eren bibîr xist ku ji karkerên ku li Nevşehîrê rastî êrişê hatine yek jê hatiye girtin û got ku ewlehiya wî kesî jî tune ye.    ‘WÊ KURD DEST JI ZIMANÊ XWE BERNEDIN'   Eren anî ziman ku zext û zordarî tu carî wê serî bi gelê kurd netewînin û got: “Em dizanin ku bi sedsalan e di her qada jiyanê de asîmîlasyon, tirsandin û zext li kurdan hatiye kirin. Kurd tu carî dest ji ziman, hebûn, nasname û sembola xwe bernadin. Ev ne çareserî ye. Ji ber vê yekê pêwîst e her kes bi erkê xwe rabe ku demildest ev operasyonên siyasî, êrişên netewperestî û nijadperest ên li dijî kurdan, jinên jurd, nasname, ziman û çapemeniyê bi dawî bibin.”