Balsever: Em ji bo elewiyan statu û temînata qanûnî dixwazin 2024-09-01 09:41:27 MÛŞ - Hevserokê Komeleya Parastina Cihê Xizir û Xwezayê ya Gimgimê Îmam Balsever diyar kir ku ew ji bo elewiyan statuyê û temînateke qanûnî dixwazin.  Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li hemberî elewiyan, ji dêvla çareseriyê pirsgirêkên heyî kûrtir dike. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser elewîtiyê ji perwerdeyê heta olê li gelek qadan bênavber didomin.    Hevserokê Komeleya Parastina Cihê Xizir û Xwezayê ya Gimgimê Îmam Balsever, bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên tên meşandin û got ku yên li cem AKP'ê ne, wê ji aliyê elewiyan ve bên bêqîmetkirin.    Balsever anî ziman ku pirsgirêka elewîtiyê ne pirsgirêkeke 23 salan e û got: “Rêgezên AKP’ê paralelî rêgezên damezrandina komarê ne. Bi avabûna komarê re polîtîkaya afirandina yek ol, yek bawerî û yek alayê bi yek tîpiyê tê domandin. Em nikarin pirsgirêka sedsalî bi 23 salan bi sînor bikin. Komkujî, çewisandin, înkar û asîmîlekirina elewiyên kurd di seranserê dîrokê de berdewam kiriye. Berê qetlîamên fizîkî dihatin kirin, lê îro jî dixwazin qetlîamên çandî pêk bînin. Malbat ji bawerî û rastiya xwe tên dûrxistin. Li welêt perwerde veguheriye polîtîkaya asîmîlasyonê. Îbadeta me qedexe dikin û îbadetên xwe li ser zarokên me ferz dikin. Ev rastî, beşek ji komkujiyekê ye."    ‘YÊ BI AKP'Ê RE NE BÊQÎMET IN'   Balsever diyar kir ku Serokatiya Çandê ya Elewî-Bektaşî û Cemxaneyê ya ku ji aliyê desthilata AKP'ê ve hatiye avakirin rêxistineke olî ye û got: "Elewî wê di nava diyanetê de cih negirin. Yên ku cih digirin jî bêqîmet in. Em qebûl nakin ku baweriya me bi destê AKP'ê bê tunekirin û têkeve bin banê diyanetê. Yên ku dixwazin bi AKP'ê re bin û girara wê bixwin ne ji me ne. Ev kes li teref Yezîd û Mûawiye cih digirin. Rêya heqîqetê ya rasteqîn avakirina xwebûniya xwe ye û domandina vê rêyê ye."    Balsever bilêv kir ku ji bo baweriya elewiyan li Ewropayê statuyek tê dayîn û got ku ev gaveke girîng e. Balsever wiha domand: “Ewropayê di nava xwe de ronesans û reforma xwe pêk anî. Lê li gel vê jî em ne di wê rewşê de ne ku bibêjin 'Ewropa gelekî demokratîk û laîk e'. Lê qet nebe ew baweriyan li ber çavan digire û wan qebûl dike. Ez hêvî dikim ku ev rewşa li Ewropayê ji bo Tirkiyeyê jî bibe mînak. Cemxane li Tirkiyeyê cihê îbadetê ne. Qebûl bikin an qebûl nekin ev rastiyek e. Em jî hemwelatiyên vî welatî ne û em hemwelatîbûna wekhev dixwazin. Her wiha em alîgirê komara laîk û demokratîk in. Ev xala sereke ye. Bêyî temînateke qanûnî wekhevî û aştî ne pêkan e."    Balsever diyar kir ku ew statu û temînata qanûnî dixwazin û got ku ew dikarin bi têkoşîna yekbûyî bi ser bikevin.