Xwendinên Azadiyê: Ji bo pêkanîna wekheviya jin-mêr de gelekî girîng e 2024-09-01 09:45:42 STENBOL - Welatiyên beşdarî "Xwendinên Azadiyê" bûn diyar kirin ku kargeh ji bo pêkanîna wekheviya jin û mêran de veguhertinek afirandiye û ji bo fêmkirina felsefeya Abdullah Ocalan girîng in. "Xwendinên Azadiyê" ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin, didomin. Di çalakiyê de ji pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hin beş tên xwendin û nirxandin.    Welatiyên ku beşdarî kargehên li Stenbolê hatin lidarxistin bûn, qala naverok û girîngiya kargehê kirin.   Hevseroka DEM Partiyê ya Sancaktepeyê Ayşe Çîftçî ku beşdarî kargehên xwendinê bû, diyar kir ku wan kargeha xwe ya sêyemîn li dar xistiye û tevlîbûn gelekî baş bûye. Çîftçiyê da zanîn ku wan moral, bawerî û îrade ji rêhevalên xwe yên jin ên têkoşînê wergirtine û got ku pergal azadiya jinê naxwaze, lê bi paradîgmaya ku Abdullah Ocalan afirandie, têkoşîna azadiya jinê şoreş kiriye û li her derê belav bûye.   LI DIJÎ PERGALÊ PÊHESANDIN   Çîftçiyê da zanîn ku di kargehan de moral û motîvasyona wan zêde bûye û wiha got: "Di komxebatan de li ser esasê wekheviya jin û mêr hatiye gengeş çêbûne û li dijî pergala ku jinan biçûk dixe pêhesandin afirandine."    Çîftçiyê bal kişand ser girîngiya kargehê ya di warê têkoşînê de û got ku divê kergehên bi vî rengî bidomin.    Gulbahar Kurum (26) ku li cihekî taybet karê hesabgêriyê dike, diyar kir ku kargeh gelekî berhemdar bûye. Kurumê anî ziman ku li ser şer û polîtîkayên tecrîdê yên li hemberî gelê kurd tên meşandin gotarên ronakbîrî hatine xwendin û got ku beşên di warê awayê têkiliyên jin û mêran de gelekî girîng bûne. Kurumê got: “Em bi giştî hevalên xwe yên jin ji hevalên xwe yên mêr nêzîktir dibînin û pirsgirêkên xwe bi hêsanî tînin ziman. Helbet gelek sedemên vê yekê hene. Ez difikirim ku ya yekem li ser newekheviya zayendî ye. Mesela, ez dibînim ku hin mêr hîna ne bibiryar in ku bi destên hevalên xwe yên jin bigirin. Bê guman, şikandina vê yekê dibe ku bi van kargehan gengaz be. Ez difikirim ku kareghên weha hişyariyê di nav hevalên mêr de zêde dike."    Hîndekarê dibistana ajotinê Metîn Omerê ku berê jî beşdarî kargehên bi vî rengî bûye, diyar kir ku xwendina wan a li ser têgînên rêxistinî û rêhevaltiyê yên di van kargehan de, xwendineke kêrhatî ye.    Omer diyar kir ku kargeh ji aliyê felsefeya fikrên ku ew di warê siyasî de diparêzin girîng in û wiha got: “Ji ber ku hemû civak divê fikirên kesên ku dixwazin civakê pêş ve bibin û wan wekî rêber dibînin, bixwînin û hîn bibin. Lewma ez xebatên di vîw arî de hêja dibînim û divê bêtir bên kirin."    WÊ MOTÎVASYON GEŞ BIBE   Mehmet Bagirsak ku di şirketeke taybet de dixebite wiha got: “Bi pêvajoya sala 2015’an re xwendinên me kêm bûn, moral û motîvasyona me geş nebû. Lê wê bi van kargehan ev morla û motîvasyon cardin gel bibe. Lewma ev kargeh gelekî girîng in."   Bagirsak anî ziman ku ew cara yekem e beşdarî komxebateke bi vî rengî bûye û got ku komxebateke gelekî berhemdar bûye. Bagirsak got: “Ji xwendinê tê fêmkirin ku divê mirov pêşî ji malbata xwe dest bi perwerdeyê bike. Me di kîjan xalê de wekheviya jin û mêr di malbatê de dît û heta çi radeyê me karîbû pêk bîne? Ji ber vê yekê, eger wekheviya zayendî pêk were, divê pêşî ji malê dest pê bike. Ev sedem hemû ji bo lidarxistina van kargehan sedemine girîng in. Ez wiha difikirim ku ji bo ev wekhevî pêk bê, ev kargeh gelekî girîng in."    MA / Esra Solîn Dal