Hiqûqnasa giliyê MHP’iyan kiribû hate binçavkirin 2024-09-01 09:50:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Hiqûqnas Dîlek Ekmekçî ku derheqê hinek kesên ji MHP û Ulku Ocaklariyan serlêdana sûc kiribû, hate binçavkirin.    Hiqûqnasa cezayê parêzer Dr. Dîlek Ekmekçî, derheqê hinek rêveberên MHP û Ulku Ocaklariyê yên tiliya wan di cînayeta Sînan Ateş de heye û gef lê wê xwaribûn de serlêdana sûc kiribû. Ekmekçî, hate binçavkirin.    Parêzer Cemîl Çîçek, da zanîn ku Dr. Ekmekçî ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya dijîtal a X’ê, bi îdiaya “heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye” hatiye binçavkirin.    Berdevkê Partiya Yenîlîkê Doç. Dr. Kemal Çîftçî jî got ku li ofîsa Ekmekçî lêgerîn hatiye kirin û Ekmekçî hatiye binçavkirin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ekmekçî derheqê hinek kesên ji MHP û Ulku Ocaklariyan û yên gef li wê xwarin, bi îdiaya “Ji bo sûc bikin rêxistin ava kirine” serlêdana sûc kiribû. Di serlêdanê de navên Îzzet Ulvî Yonter, endamên MYK’a MHP’ê Şahîn Gurz, Tamer Çakiroglû û Nevzat Unluturk, Serokê MHP’ê yê Stenbolê Sertel Selîm, serokên MHP’ê yên Stenbolê jî di nav de bi giştî yê 25 kesan hene.