Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin 2024-09-01 10:40:09   STENBOL - Meteorolojiyê Stenbol jî di nav de ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 1’ê îlonê weşand. Midûriyetê ji bo barîna barana zêde xelkê bajarên Stenbol, Edîrne, Tekîrdag, Hatay û Kirklareliyê hişyar kir.    Di malpera midûriyetê de wiha hate gotin: “Divê welatiyên bakurê rojavayê Anatoliyaya Navîn, herêm navîn ên Rojavayê Behra Reş, Stenbol, Kirklarelî, TEkîrdag, Çanakkale, Bîlecîk, Afyonkarahîsar, Kutahya, derdora Osmaniyeyê, bakur û rojhilatê Edeneyê, rojavayê Mereşê, deverên qeraxê yên Hatayê li dijî lehî, rabûna avê, brûsk, gijlok û bagerê hişyar bin û tevdîran bigirin.”