Li Nisêbînê cenazeyê kesekî hate dîtin 2024-09-01 12:39:47   MÊRDÎN - Cenazeyê welatiyê bi navê Ferît Atay li gundê Şanişê yê navçeya Nisêbînê hate dîtin.    Duh bi şev li rex rûbarê gundê Şanişê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê cenazeyê kesekî hate dîtin. Bi bihîstina bûyerê re cendirme û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin. Di lêkolînê de eşkere bû ku Atay bi çekê hatiye kuştin. Hat zanîn ku cenazeyê hatiye dîtin yê Ferît Atay ê 45 salî ye. Cenazeyê Atay birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.    Hat îdiakirin ku Atay ji hêla birayê xwe ve hatiye kuştin. Birayê Atay hate binçavkirin.