Li cihê Erdogan got ‘Milyarek û nîv TL veberênan lê hat kirin’ vala derket 2024-09-01 14:56:11   BEDLÎS - Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan da zanîn ku li cihê serokkomar Erdogan gotibû; “Em hîmê tesîsa madeyên teqemeniyê ya bi bihayê milyarek û 525 milyon TL’an li Bedlisê diavêjin” yek bizmar jî lê nehatiye xistin.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 25’ê tebaxê de bi rêya telekonferansê tev li avêtina hîmê Febrîqeya Teqemenî û Muhîmatê ya Nîtrovanê ku tê payin ji hêla Şîrketa Anonîm a Teqemenî Pîşesaziyê ve li navçeya Elcewaz a Bedlisê were çêkirin bû. Erdogan, gotibû; “Em hîmê tesîsa madeyên teqemeniyê ya bi bihayê milyarek û 525 milyon TL’an li Bedlisê diavêjin.” Lê belê derket holê ku têkildarî febrîqeyê tu xebat nehatine kirin û heta hîmê wê jî nehatiye avêtin.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlisê Huseyîn Olan li cihê dihat îdiakirin hîmê febrîqeyê hatiye avêtin, lêkolîn kir. Olan, da zanîn ku ji bo dîtbariyê li herêmê toreneke jirêzê hatiye kirin û li qadê ji bo înşaetê yek bizmar jî lê nehatiye xistin.    Olan, li herêma febrîqeya hîmê wê hatiye danîn daxuyanî da û wiha got: “Tu kes li vê qada biqasî 220 hezar metrekareyê nîne. Li vir ji bilî sê konteynirên vala tu tiştek tune ye. Ne notirvanek, ne nobedarek ne jî tiştek heye. Li qadê tu xebatên avêtina hîmê febrîqeyê tune ne. Tenê ji bo torenê li qadeke biçûk hinek xîç û xîz hatiye rijandin. Vaye qada ku ji bo hemû Tirkiyeyê şova ‘me hîm avêt’ hatiye kirin ev der e. Lê li vir tu tiştek nîne. Ne kesek heye ne jî hîmek. Konteynirên vala û pankartên xwe hiştine û çûne. Hîmên Erdogan diavêje wiha ne. Vaye febrîqeya ku ji xelkê Bedlisê re dibêjin ‘Em ji we re qada kar vedikin, kar didin we.’ Tekane karê van, xapandina gel e.”