Rojnamegerên hatin qetilkirin li Dîlokê hatin bibîranîn 2024-09-01 15:50:28 DÎLOK - Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku di êrişên dewleta tirk de hatibûn qetilkirin, li Dîlokê hatin bibîranîn.  Rêxistina DEM Partiyê ya Dîlokê, rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku di 23’yê tebaxê di encama êrişa dewleta tirk a li dijî Silêmaniyeyê de hatibûn qetilkirin, bi bîr anî. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Hacer Ayhan di bîranînê de got ku êriş bi zanebûn hatiye kirin.    Ayhan, diyar kir ku sedema hedefgirtina rojnamegeran ew e ku sûcên wan teşhîr dikin û wiha pê de çû: “Dixwazin bi hedefgirtina rojnamegeran sûcên şer ên li herêmê dikin veşêrin. Armanca van êrişan jî kûrkirina îlheq û dagirkeriyê ye. Dixwazin pêşî li ber berteka navneteweyî ya li dijî vê polîtîkayê bigirin.”    Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî anî ziman ku bi hedefgirtina rojnamegeran re komkujiyên li dijî sivîlan zêde dikin. Karaca, diyar kir ku bi hedefgirtina rojnamegerên kurd re tê xwestin ku wan bêdeng bikin.