Li Pulurê polîsan welatiyek bi lêdanê binçav kirin 2024-09-01 16:06:23   DÊRSIM - Polîsên tîmên taybet li navçeya Pulurê bi ser çayxaneyekê de girtin û welatiyê bi navê E.K. bi lêdanê binçav kirin.    Polîsên tîmên taybet ên dewleta tirk li navçeya Pulur a Dêrsimê bi ser çayxaneyekê de girtin. Di serdegirtinê de welatiyê bi navê E.K. bi lêdanê hate binçavkirin. Welatiyên li çayxaneyê jî bertek nîşanî êrişê dan. Li ser vê yekê polîsên tîmên taybet berê çekan dan welatiyên bertek nîşan dayin û zirar dan kursiyên çayxaneyê.    Di dema rageşiya li çayxaneyê de polîsan gule li hewa reşandin û E.K. binçav kirin.