Ji ber axaftina bi kurdî hate qetilkirin 2024-09-01 16:44:15 STENBOL - Welatiyê bi navê Hakim Loqman ê ji Dihokê, li Stenbolê rastî êrişa bi kêran hat û jiyana xwe ji dest da. Parêzer Bêrîvan Barîn da zanîn ku dema Lokman bi kurdî diaxivî ji hêla 4 kesan ve hatiye acizkirin û di êrişê de hatiye qetilkirin.  Welatiyê bi navê Hakim Loqman (45) ê ji Dihok a Herêma Federe ya Kurdistanê, li semta Aksaray a navçeya Fatîhê ya Stenbolê rastî êrişa bi kêran hat û jiyana xwe ji dest da. Bûyer duh bi şev qewimî. Loqman ê rastî êrişa komeke ji 10-12 kesan hat, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Pismamên Loqman, Saet Muhsin û Şêx Bîlal jî li cihê bûyerê birîndar bûn. Îfadeyên Muhsîn û Bîlal hatin girtin. Koma êrişkar jî ji cihê bûyerê reviya. Cenazeyê Loqman ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK).    'DEMA BI KURDÎ DIAXIVÎ HAT ACIZKIRIN’    Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bêrîvan Barîn têkildarî bûyerê agahî parve kir. Barîn, ev agahî da: “Bûyer, şevê din saet derdora 23.00’yan qewimî. Duh ji Dubaiyê (Loqman û pismamên wî) hatin. Li pêşiya hotêla lê diman kafeyek heye û li wir xwarin dixwarin. Dema di navbera xwe de bi kurdî diaxiviyan, 4 kesên nas nedikirin her carê bi devkî ew tacîz dikirin. Piştre di navbera wan de rageşiyeke biçûk çêbû û ji kafeyê çûn. Piştre jî ew koma pê re ketibûn nîqaşê ji kafeyê derket. Hejmara wan (êrişkaran) dibe 10-12 kes. Em nizanin bê ka kesên piştre daxilî nîqaşê bûn kî ne û li gorî çi tevgeriyane. Li hemberî kafeyê kesek kêrê li Hakim Loqman dide. Ambulans dereng tê. Du kes (pismamên Loqman) ji bo agahî bidin diçin qereqolê. Li qereqolê rastî muameleyeke nebaş tên. Av û xwarin nedane wan. 4 caran ser û berê wan lêgerîn dikin. Em ê dîsa biçin emniyetê.”    BAKIRHAN BERTEK NÎŞAN DA   Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bertek nîşanî bûyerê da. Bakirhan, wiha got: "Hemwelatiyê Herêma Federe ya Kurdistanê Hakim Loqman, li kafeyeke Stenbolê ji ber axaftina bi kurdî ji hêla 12 kesan ve hate qetilkirin. Ez vê bi tundî şermezar dikim. Kêra li dilê Hakim Loqman hatiye xistin, li hebûna gelê kurd hatiye xistin û hebûna gelê kurd hedef hatiye girtin. Ya ku hewayê siyasî û civakî jehrî kirî, polîtîkayên Îktîdara AKP-MHP’ê ne. Di rojên dawî de li dijî karkerên kurd, ziman, çand û stranên kurdî êrişên bi organîzeyî tên kirin û berpirsyarê vê îktîdar e. Beredayên bi rûpoşên JÎTEM’ê mîna ku biçin şer diçin lîstikeke futbolê û vê cisaretê jî ji îktîdarê digirin. Vaye vî hewayê nefretê îro dîsa bû sedema mirina kurdekî. Em îktîdarê hişyar dikin; dev ji gotin û sepanên xwe yên nîjadperest û şoven berdin û bes bi xetên sor ên civakan re bilîzin.”