Li ser sînor li dijî şer meş hat lidarxistin: Muxatabê çareseriyê Ocalan e 2024-09-01 17:03:06 ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di meşa 1’ê Îlonê ya li navçeya Silopiyayê de axivî, destnîşan kir ku daxwaza kurdan a azadî û wekheviyê heye û wiha got: “Rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e. Mûxatab Îmrali ye.” Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê pîrozbahî hat lidarxistin û piştî pîrozbahiyê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meş hat destpêkirin. Meş, bi pêşengtiya DEM Partî û DBP’ê tê lidarxistin. Meş, li Taxa Kizirê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayndir, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnex, Mêrdîn û Sêrtê, aktîvîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û bi hezaran welatî tev li bûn.    Di meşê de pankarta “Li hemberî şer aştî, li hemberî tecrîdê têkoşîn, li hemberî dagirkeriyê berwxedan” û dovîzên “Bimre îxanet bijî Kurdistan”,  “Jin, jiyan, azadî” û “Têkoşîna jinê li her derê ye” hatin hilgirtin.   ‘GELÊ KURD AŞTÎ, AZADÎ Û WEKHEVIYÊ DIXWAZE’    Piştî pîrozbahiyê, ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meş hate destpêkirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di daxuyaniya piştî meşê hate lidarxistin de axivî, destnîşan kir ku her qada herêma Botanê 40 sal in qadên şer in. Bayindir anî ziman ku gelê kurd bi daxwaza aştî, azadî û wekheviyê têdikoşin û wiha got: “Em ji ber vê li cihê ku şer lê diqewime ne. Em ji vir banga aştî û azadiyê dikin. Li Kurdistanê û cîhanê rengê şer li gelan tê ferzkirin. Lê em li dijî rengê şer, rengê spî yê aştiyê, azadiyê û aştiyê diparêzin.”   Bayindir, bal kişand ku desthilat niha qala Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dikin û wiha berdewam kir: “Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in qala vê dike. Dibêje ku heke desthilat li erdnîgariya Rojhilata Navîn ji bo çareseriyê hewl nedin dê Rojhilata Navîn bibe dojeh. Îro jî desthilatan ev der veguherandine qada şer û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pêk tê. Gelê kurd 40 sal in têkoşîneke mezin dide. Ji bo gelên Rojhilata Navîn jî rêya wekhevî, aştî û azadiyê nîşan dide. Îro li Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedhezaran têkoşîna aştî û azadiyê didin.”   ‘OCALAN JI TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ RE PÊŞENGTIYÊ DIKE’     Bayindir, bal kişand ku hêzên hegemon li gelan şer ferz dikin û ev tişt gotin: “Mirin û talanê ferz dikin. Lê li hemû cîhanê tenê Serokek heye ku ji têkoşîna aştiyê re pêşengtiyê dike. Ew jî birêz Abdullah Ocalan e. 25 sal in ji bo aştiyeke birûmet, ji bo aştî û azadiya gelê kurd hewl dide. Lê em li vê meydanê dibînin ku li dijî daxwaza aştî û azadiyê şer di dewrê de ye. Desthilata AKP’ê û MHP’ê hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê ji aştiyê re asteng e.”    Bayindir ê got ku “Di lênûska zalim û dagirkeran de çareserî nîne” wiha domand: “Lê bi milyonan kes mirovatiyê diparêzin. Ji ber vê yekê em dibêjin çareserî, azadî, aştî û wekhevî. Li dijî vê daxwazê tu desthilat nikarin bisekinin. Her çiqas bibin asteng bila bibin, ya ku serbikeve dê bibe daxwaza aştî û azadiyê. Ji ber vê yekê ev polîtîkayên tecrîdê yên vê desthilatê dê sernekevin. Gelê kurd bi têkoşîna xwe mûxatab û rê nîşan dide. Rêya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Mûxatab jî Îmrali ye. Heta ku ev tecrîd bê rakirin em ê têkoşînê li her qadê bilind bikin.”   BERTEKA LI DIJÎ PDK’Ê    Bayindir, ê bertek nîşanî PDK’ê ku di êrişên li Herêma Kurdistana Federe de bi Tirkiyeyê re tevdigere da axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevkarên vî şerî hene. Hevkarê wan jî PDK ya li başûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê hevkariyê bi hezaran qehremanên gelê kurd hatin qetilkirin. 2 rojnamevanên jin ên kurd hatin qetilkirin. Ciwanekî ji başûrê Kurdistanê duh li Stenbolê hate qetilkirin. Baş bizanin ku kurdên birûmet li Stenbolê jî li Herêma Kurdistana Federe jî tên qetilkirin. Kesên rê li ber van komkujiyan vedikin hevkarên vî şerî ne. Em bang li gelê me  yê li başûrê Kurdistanê dikin: PDK hevkarê vê xiyanetê ye. Ji ber vê yekê berpirsyarî li ser milê we ye, li ser milê we hemûyan e. Ev bar li ser milê me hemûyan e.”