Xizmê Lokman ê di êrişa nijadperest de hate qetilkirin: Bila êrişkar bên girtin 2024-09-01 17:42:14 STENBOL - Xizmê Hakîm Lokman ê di êrişa nijadperest a li Fatîhê de jiyana xwe ji dest da, Abdûllah Ayvalik xwest ku êrişkar bên girtin.  Welatiyê bi navê Hakim Loqman (45) ê ji Dihok a Herêma Federe ya Kurdistanê, li semta Aksaray a navçeya Fatîhê ya Stenbolê rastî êrişa bi kêran hat û jiyana xwe ji dest da. Bûyer duh bi şev qewimî. Loqman ê rastî êrişa komeke ji 10-12 kesan hat, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Loqman ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya li Yenîbosnayê. Hate diyarkirin ku ji ber Lokman bi kurdî axivî ye hatiye qetilkirin.    Piştî bûyerê malbata Lokman hate ber deriyê ATK’ê. Yek ji xizmên Lokman ên li ber ATK’ê disekine Abdûllah Ayvalik, anî ziman ku dibe ji bo ku Lokman bi kurdî axivî ye rastî êrişî hatibe. Ayvalik xwest êrişkar demildest bên girtin.    JI PEYWÎRDARÊ KONSOLOSXANEYÊ DAXUYANÎ   Tahîr Resûl ê li Konsolosxaneya Iraqê de peywîrdar jî hate ber deriyê ATK'ê. Resûl bi lêv kir ku lêkolînên têkildarî bûyerê berdewam dikin û hêj agahiyeke zelal nestandine. Resûl da zanîn ku Walîtiya Stenbolê jî têkildarî tiştên qewimî hatiye agahdarkirin.