Li Kadikoyê mitînga aştiyê: Polîtîkayên şer bi dawî bikin 2024-09-01 19:10:07   STENBOL - Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê diyar kirin ku desthilat di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dike û wiha bang kirin: “Divê polîtîkayên şer û tundiyê yên ji bilî mirin, xwîn û hêsirên çavan tu encaman bi dest naxin demildest bên bidawîkirin.”   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qada Îskele ya Kadikoyê têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mitîng hate lidarxistin. Di mitîngê de pankarta li ser bi kurdî û tirkî “1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz be” , “Mûxatab Îmrali, çareserî Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke Xweser e” hatin vekirin. Di mitînga ku dowîzên Şer û aştiya emperyalîzmê zilm e” hatin hilgirtin dirûşmên “Jin şer naxwazin” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê serok jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo” , “Qeyûm dê biçin em ê bimînin” hatin berzkirin.     Berdevkê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ertûgrûl Eroglû yê di mitîngê de axivî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn bi bîr xist.  Eroglû, destnîşan kir ku di şeran de hemû destkeftiyên mirovahiyê hatin tunekirin.    ‘AKP’Ê Û MHP’Ê FAŞÎZM SAZÛMAN KIR’     Eroglû, bi lêv kir ku AKP û MHP di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de têk çû û anî ziman ku fatoreya têkçûnê bi sazûmankirina faşîzmê tê domandin û got: “Bloka desthilatê ya AKP’ê û MHP’ê hewl dide krîza meşrûiyetê bi zexta siyasî û aboriyê veşêre û bi sazûmankirina faşîzmê gavên xwe didomîne. Hewl dide bi bêhiqûqiyan û dorpêçên paşverû xwe bide jiyîn. Şûna ku daxwazên beşên civakî pêşwazî bike, hêzên ewlehiyê deyne pêşberî me.”   ‘NEÇARESERIYÊ BIDAWÎ BIKIN’     Eroglû, diyar kir ku AKP û MHP di neçareseriya pirsgirêka kurd de israr dikin û anî ziman ku desthilat di pirsgirêka kurd de şer tercîh dike. Eroglû, destnîşan kir ku divê polîtîkayên şer û tundiyê yên ji bilî mirin, xwîn û hêsirên çavan tu encaman bi dest naxin demildest bên bidawîkirin.”   ‘EM Ê DEST JI AŞTIYÊ BERNEDIN’     Eroglû, bi lêv kir ku dê dest ji têkoşîna aştiyê bernedin û gotinên xwe wiha temam kirin: “Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê; Em careke din destnîşan dikin ku mijara herî bingehîn a têkoşîna kedkar û gelên bindest a ji bo mafên xwe, aştî ye. Em ê li cîhanê, li Rojhilata Navîn û li welatê xwe parastina aştiyê bidomînin. Heta ku em cîhanek û welatekî ku edalet, wekhevî, biratî, laîktî, parvekirin, hevkarî, hevgirtin û jiyaneke însanî lê mayînde bibe ava nekin, em ê keliyekê jî dest ji têkoşîna aştiyê bernedin.”   Piştî daxuyaniyê girseyê bi tilîlî û dirûşmeyan ji qadê veqetiya. Polîsan êrişî girseyê kirin û 8 kes binçavkirin.