Di çalalkiyên 1’ê îlonê de berteka şer û tecrîdê 2024-09-01 19:40:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên 1’Îlonê yên li gelek bajaran de hatine lidarxistin de berteka polîtîkayên şer û tecrîda li Îmraliyê derket pêş.  Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de li gel peyamên aştiyê, her wiha banga çareserkirina pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hate kirin.    AGIRÎ     Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Agiriyê, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Agiriyê hatin gel hev û heta pêşiya Şaxa PTT’ê ya li ser Cadeya Cumhuriyetê meşiyan. Li gel Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag, gelek kes tev li meşê bûn. Di meşê de dirûşmên “Bijî aştî” û “Na ji şer re, aştî a niha” hatin berzkirin û pankarta “Mafê aştiyê mafê mirov e” hate hilgirtin.    Ji rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Agiriyê Vural Kaya diyar kir ku Tirkiye bi polîtîkayên ewlekariyê nêzî pirsgirêka kurd dibe. Kaya, wiha domand: “Di şerê 40 salan de gelek binpêkirinên mafan ên cidî hatin jiyîn. Di serî de mafê jiyanê, mafên mirovî bi awayekî sîstematî hatin binpêkirin. Li dijî daxwaza naskirina mafên sereke û azadiyan ên civakê, dewletê bi polîtîkayên ewlekariyê bersiv da lewma ji çareserkirina meseleyê dûr ket. Vê yekê jî civakên Tirkiyeyê bêhtir ji hev dûr xist.”    COLEMÊRG    Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî li navenda Colemêrgê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. Hevşaredar Viyan Tekçe ku li şûna wê qeyûm hate tayinkirin û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê stran hatin gotin. Her wiha pankarta “Li dijî şer em aştiyê, li dijî tecrîdê jî azadiyê biqîrin” hate hilgirtin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de xwest ku dewlet dev ji înkarkirina pirsgirêka kurd berde. Şahîn, wiha domand: “Ji bo rewşa bêpevçûnî ya mayinde, divê alî berpirsyartiyê li xwe bigirin. Divê tecrîd û îzolasyona li ser birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî were bidawîkirin û rê bê dayin ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikink. Hewceye hemû girtiyên siyasî bên berdan.”    COLEMÊRG/GEVER   Li navçeya Gever a Colemêrgê jî li Kolana Hunerê daxuyanî hate dayin. Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî tev li bûn. Girse bi dirûşma “Bijî aştî” çû cihê daxuyanî lê hate dayin.    Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz got ku pirsgirêka kurd bi nêzikatiyên ewlekariyê çareser nabe. Çapraz, wiha domand: “Gelek caran hatiye tecrubekirin ku israra di polîtîkayên ewlekariyê de zirarê dide aştiya civakî û pêkvejiyanê. Ji bo aştiyê em bêyî dudilî dibêjin êdî bes e. Divê rojeva sereke û herî girîng a Tirkiyeyê aştî be. Lewma jî divê pêvajoyeke ku nîqaşên li ser aştiyê tên kirin were avakirin û ji bo vê bi hemû berpirsyaran re pêwendî bên danîn.” ENQERE Bi bangawaziya Platforma Jinan a Enqereyê û Hêzên Ked û Demokrasiyê li Cadeya Yukselê heya Cadeya Sakaryayê meş hat lidarxistin û piştre daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li bûne de, gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Ankayê Emîne Ogûz, tirkiya wê jî ji hêla Hevserokê Şaxa 1’emîn a Egîtîm Sen a Enqereyê Mehmet Aydogdû ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin dewletên tevgav dibin, bi polîtîkayên şer dixwazin ji krîzan ketine tê de derbas bikin û wiha hate gotin: “Mirovahî di Rojhilata Navîn de ji şer û hestirên çavan bêhtir tiştekî din nedît. Mêtingerî di tevahiya cîhanê û Rojhilata Navîn de cîhanê anî ber deriyê şerekî nû yê cîhanê. Şerta domandina emrê xwe ya MHP’ê û AKP’ê domandina şer, pevçûn û gengeşiyê ye. Li welatê me astengiya herî mezin a li pêşiya demokrasi, wekhevî û azadiyan, neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Îro têkoşîna li Rojhilata Navîn, Iraq, Şengal, Sûriyeyê û Rojavayê tê domandin hem têkoşîna mirovahiyê ye hem jî têkoşîna demokrasi, azadî û aştiyê ye.” ‘DERDÊ DEWLETÊ ZÊDETIRÎN ŞER E’ Bi ser navê Platforma Jinan Îlke Kumartaşlioglû daxûyanî da û da zanîn ku desthilat tim bi helwesta zêdetrin kar bike şeran gur dike û wiha got: “Tekane derdê dewletê şer e. Şerê ji Rojhilata Navîn heya Rûsya û Ûkrayna û Filîstînê bûye herî zêde jin û zarokan dikuje. Bi kuştinê namîne, xizan û birçî dihêle, gelan ber bi krîzên kurtir re rû bi rû dihêle. Derdê dewleta ku ji şer re bûdçeyê vediqetîne û şer diqîre tenê bêhtir kuştin, bêhtir şer û bêhtir rant e. Em ji şer re dibêjin na. Em a niha aştiyê dixwazin. Siyasetmerdarên li dijî şer aştiyê dixwazin dixin girtîgehan. Em xwedî li hemû jinên di girtîgehan de li dijî şer aştiyê diparêzin, derdikevin.” ÊLIH    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlhê meş û daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Tevî pêkhatiyên platformê, Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, Rêxistinên DBP û DEM Partiyê, OHD, Baroya Êlihê û gelek kes li Kuçeya Hunerê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankartên “mafê aştiyê mafê mirovan e”, li hemberî şer aşitî, li hemberî tecrîdê têkoşîn, li hemberî dagirkeriyê berxwedan” hatin vekirin.    'AŞTÎ MAFÊ BINGEHîN Ê MIROVAN E'   Çalaki bi çepik, dirûşm û tililiyan dest pê kir. Ji cihê destpêkê heya Cadeya Gulistanê meş hate lidarxisitin û kevokên aştiyê hatin firandin. Daxuyaniyê Hevserokê ÎHD’a Êlihê Ahmet Şiray xwend. Şiray destnîşan kir ku armanca mirovan ji tirsê dûr, wek aştiyane jiyanek e û tevî banga aştiyê wiha got: “ Di vê çarçoveyê de em bang li ser kesê dikin ku berpirsyariya xwe pêk bîne.”    Piştî daxuyaniyê li pêşiay Bîrdariya Mafê Mirovan a Cadeya Gulistanê kursiya serbest hate  danîn. Kesên li vê derê axaftine daxwaza aştiyê, jiyanekî birûmet kirin û xurtkirina têkoşînê xwestin.     RIHA    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê meş û daxuyaniya çepemeniyê li dar xist. Tevî pêkhateyên platformê, gelek partiyên siyasî yên li bajar, hevşaredarên Pirsûs, Xelfetî, Hewag, Serêkaniyê û gelek welatÎ tev li çalakiyê bûn. Girse li Parka Novada kom bû û bi berzkirina dirûşmên ber bi Qada Topçû meş li dar xistin û diruşmên “Aştî ji Îmraliyê derbas dibe”, “Jin, jiyan, azadî” û “Biji berxwedana zindanan” berz kirin.    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê Îsmaîl Tûtal daxuyaniya çepemeniyê xwend. Tûtal kesên di Komkujiya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji, dest dane bi bîr anî û wiha got: “Şer beriya her tiştî rizandina civakî ye.” Hevseroka DEM Partiya Rihayê Sema Aîşeoglû jî wiha got: “Em ê di her şert û mercan de aştiyê biparêzin. Em ê di dema tecrîd belavî hemû gel bûye de parastina azadiyê bidomînin.”     Dayikên endamên înisiyatîfa Dayikên Aştiyê kevokên aştiyê firandin. Daxuyanî bi çepik û gerandina govendan bi dawî bû.   DÎLOK    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dîlokê daxuyaniya çepemeniyê li dar xistin. Daxuyanî li Partka Yeşîlsûyê hate dayîn. Tevî gelek pêkhateyên platformê Parlamentera Partiya Kedê (EMEK) ya Dîlokê Sevda Karaca, Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Çapemenî, Weşan û Postayê (HABER-SEN) Mesût Balcan tev li daxuyaniyê bûn. Serokê ÎHD’a Dîlokê Bahrî Ogûz axivî û wiha got: “Siyasetmedarên sivîl ên kurd, parastvanên mafên mirovan, rojnameger, hunermend û gelek kes ji ber ji dewletê cudatir difikirin di hefsê de tên ragirtin, neçar dimînin ku diçin welatên li derve.”   Daxuyanî biç epik û diruşima “Bijî aşitî” bi dawî bû.    MÊRSÎN    Di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê de meş û daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. rêveberên şaxên ÎHD’ê yên Mêrsînê, Rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, Hevşaredarên Akdenîzê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Dem Partî wek kortej ji pêşiya Mala Mamosteyan a Yenîşehîrê kom bûn û heya Parka Ozgecan Aslanê meş lidarxistin. di meşê de gelek caran dirûşmên "Bijî aşitî” û “Jin jiyan azadî”   ‘MUXATABÊ PIRSGIRÊKA KURD OCALAN E’   Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan destnîşan kir ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn şereke dijwar didome û wiha got: hêj ku yên di polîtîkayên şer de israrê dikin, şeran li gelan ferz dikin hene. Li aliyekî şeran dikin perde, li aliyekî çavkaniyên welat pêşkeşî alîgirên xwe dikin.” Aşan bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û axaftina xwe wiha domand: “ Îro birêz Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdekî giran de dijî, muxatabê pirsgirêka kurd e. Muxatabekî din jî Meclis e. Divê Meclis vê pirsgirêkê çareser bike.”    PIRSGIRÊKA KURD   Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz jî wiha axivî: “Pirsgirêka kurd ne tenê bandorê ser wekhevî, azadî û daxwaza aştiyê dike, di heman deme de bandorê ser aborî, çand, talana xwezayê û pirsgirêkên perwerdeyê jî dike. Lewma di serî de hêzên ked û demokrasiyê divê her kes daxwaza aştiyê xurt bike.    Çalakî bi gotina stran û gerandina govendan bi dawî bû.     ÎZMÎR   Bi bangawaziya Hêzên Ked û Demokrasiyê bi tev li buna sedan kesan li Qada Cumhuriyetê miting hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Bûrcûgul Çûbûk û Îbrahîm Akin tev li mitîngê bûn. Tevî pankarta mezin a “Ji şer re na, aşitî aniha” gelek pankartên têkildarî aştî, demokrasî û mafên mirovan hatin daliqandin. Di mitîngê de gelek caran dirûşmên “Biji biratiya gelan”, “Ji şer re na, ji kedkaran re bûdçe”, “Biji berwxedana zindanan” û “Jin jiyan azadî”  hatin berzkirin.   Bi ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz axivî. Yilmaz bi bîr xist ku di her mijarekî de mafên mirovan tên binpêkirin û azadî tune tê hesibandin. Yilmaz bal kişand ser şerên dom dikin û da zanÎn ku hêviya gelan a bi jiyanekî xwişk û biratiyê, û jiyan aştiyane tê astengkirin.    BAJAREN DIN    Platformên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Semsûr, Meletî, Denîzlî, Mûgla, Manîsa û Eskîşehîrê bi boneya 1’ê Îlonê çalakiyên cur bi cur li dar xistin û li dijî polîtîkayên şer bal kişandin girîngî û pêdiviya aştiyê. Çalakî bi tevlîbûna gelek kesan, bi gotina stranan, berzkirina diruşman, çepik û tililiyan dom kirin. Di çalakiyên hatine lidarxisitin de bang li reyedar û hemû kesan hat kirin ku di çarçoveya pêkanîna aştiyê de bi rola xwe rabin.