Di êrişê de li cem wî bû: Hakîm Lokman ji ber kurdî axivî hate kuştin 2024-09-01 20:45:38   STENBOL - Pismamê Hakîm Lokman ê li Fatîhê ji aliyê komekê ve hate qetilkirin, Saad Mûhsîn Tevfîk got ku “Ji ber pismamê min bi kurdî axivî kêr kirin” û diyar kir ku ambûlans û tîmên polîsan dereng hatin.    Welatiyê bi navê Hakim Loqman (45) ê ji Dihok a Herêma Federe ya Kurdistanê, li semta Aksaray a navçeya Fatîhê ya Stenbolê rastî êrişa bi kêran hat û jiyana xwe ji dest da. Bûyer duh bi şev qewimî. Loqman ê rastî êrişa komeke ji 10-12 kesan hat, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Loqman ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya li Yenîbosnayê. Cenazeyê Lokman piştî karûbarên otopsiyê xelas bûn ji aliyê xizmên wî yên li ber deriyê ATK’ê disekinîn ve hatin wergirtin. Hate zanîn ku cenazeyê Lokman dê bibin bajarê wî yê Duhokê.    Li gorî rapora otopsiyê Lokman “bi amûra bibir” hate birîndarkirin.    Pismamê Lokman Saad Mûhsîn Tevfîk û mamê wî Samî Ferît Mûhammed Sadik ên li ber ATK’ê ji ajansa me re axivîn.     ‘JI BO KU BI KURDÎ AXIVÎ HATE KÊRKIRIN’     Pismamê Lokman, Saad Mûhsîn Tevfîk da zanîn ku dema kesên nijadperest êrişî wan kirin Lokman li cem wî bû û anî ziman ku piştî pismamê wî hate kêrkirin nîv saetê li cihê bûyerê sekinî. Tevfîk, destnîşan kir ku ambûlans û polîs qasî nîv saetê nehatin û têkildarî tiştên diqewimîn wiha axivî: “Piştî nîv saetê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Heta vê saetê ne hikumet ne jî walî kesê em nepirsîn. Kesên ku bûyer pêkanîn jî hêj nehatine girtin. Em ji hikumetê dixwazin ku bên girtin. Bi şev pismamê min li kafeya li ber otelê bi kurdî axivî. Nijadperestan ji wan re xeber gotin. Ew jî tirkî dizane, tiştên jê re gotin fêm kir û bi awayekî xwezayî ev qebûl nekir û li ser vê yekê êrişî wî kirin û ew kêr kirin. Kesên ku ew kêr kirin ji cihê bûyerê reviyan. Polîsan em birin qereqolê.”   ‘EM DIXWAZIN FAÎL BÊN DÎTIN’     Tevfîk ê got ku “Ev zilmeke çawa ye” wiha berdewam kir: “Pismamê min tenê ji ber ku kurd bû jiyana xwe ji dest da. Xwedê vê rewşê qebûl nake. Li qereqolê ne av ne jî xwarin nedan me. Telefon jî nebû. Min rewşa pismamê xwe jî pirsî. Polîsek qîriya. Yekê jî bi ingilîzî got birayê te baş e. Em ji hikumetê û hikumeta Herêma Kurdistan a Federe dixwazin ku ji bo çareserkirina vî karî gav bên avêtin û faîl bên dîtin.” ‘BÛYER JI BER SEDEMÊN NIJADPERESTIYÊ HATE KIRIN’    Mamê Lokman Samî Ferît Mûhammed Sadik jî tiştên qewimîn vegotin û destnîşan kir ku bûyer ji ber sedemên nijadperestiyê hatiye kirin.   MA / Yeşîm Tukel