Bakirhan ji Wanê bang kir: Van polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin 2024-09-01 20:53:32   WAN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bang li dewleta tirk kir ku êrişên xwe yên li dijî Rojava û Herêma Kurdistanê bi dawî bike û wiha got: “Em demildest van polîtîkayên şer bi dawî bikin. Bila Tirkiye bi hemû rengên xwe bi hev re bijîn.”   Di pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi dirûşma “Li dijî şer û dagirkeriyê aştî, li dijî tecrîdê em berxwedanê biqîrin” li Wanê mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di mitîngê de axivî.    ‘ZALIM AŞTIYÊ NAXWAZ IN’     Bakirhan, bi şandina silavan a ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevalên wî re dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan, anî ziman ku rojekê dê gel aştiyê bîne ser vê axê û wiha got: “Li cîhanê zalim aştiyê naxwazin, zalim ji aştiyê hez nakin. Erdnîgariya ku em lê dijîn hêj xwîn tê rijandin.  Şer heye, zarok tên kuştin, xaniyên mirovan bi serê wan de tên hilweşandin. Li Rojhilata Navîn her roj bi dehan cenaze tên rakirin. Ji bo ku çend dîktator bijîn. Heke em weke îro li Wanê bi awayekî xurt li djî şer, mêtîngerî û înkarê xwedî li aştiyê derkevin, bawer bikin em ê bikaribin kuştina zarok û ciwanan a li Xezayê asteng bikin. Em dikarin kuştina welatiyên sivîl ên kurd a li Silêmaniyê asteng bikin.”   QETILKIRINA HAKÎM LOQMAN    Bakirhan, bal kişand ser qetilkirina Hakîm Lokman ê ji bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistana Federe û wiha got: “Ji Duhokê 3 hemwelatiyên me yên kurd ji Stenbolê tên betlaneyê. Ji bo ku li Stenbolê li restoranekê xwarinê bixwin rûdinin û ji ber di nava xwe de kurdî diaxivin ji aliyê çeteyeke nijadperest a faşîst a li wir ve tên lînckirin. Bi kêran êriş dikin. 3 ciwanên kurd ji bo ku bi kurdî axivîn, êriş li wan tê kirin, kesek ji wan ji dilê xwe hate kêrkirin û hate qetilkirin. Du mirovên me jî niha li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê didin. Heke kesên dewletê bi rê ve dibin şer bixwazin û ji serê sibê heta êvarî dijminatiya kurdan bikin û bandora wê ya li restorana Stenbolê jî dibe komkujî. Xwedê bela xwe bide kesên bûne sedemê vê qetlîamê. Em ji Wanê bang li kesên bûne sedemê vê qetlîamê dikin; em kurd bi hezar salan e li ser vê axê dijîn. Me kurdan tu car îxanet li gelên ku li ser vê axê bi me re dijîn nekir. Dijminatî nekir. Lê mixabin di van 10 salên dawî de serdestên vî welatî li Tirkiyeyê bi zanebûn Kurdan dikin hedef. Dibin sedem ku kurd ji aliyê van faşîstan vê bên qetilkirin.”   ‘JI BO KU FERASETA FAŞÎST BI DAWÎ BIBE EM DIBÊJIN AŞTÎ’    Bakirhan ê pirsa “Em çima dibêjin aştî” kir, ev tişt gotin: “Ji bo dawî li vê zîhniyeta nîjadperest, faşîst bê anîn em dibêjin aştî. Ji bo ku kurd li Stenbol, Amed û Dêrsim bi serbestî bi zimanê xwe biaxivin em dibêjin aştî. Em dibêjin aştî ji bo kurdên li Hewlêr û Silêmaniyê dijîn bikaribin bi xwe biryara pêşeroja xwe bidin. Em ji bo jiyana bi hev re ya bi xwişk û biratî ya ciwan, jin, kurd, ereb û gelên din ên li Rojava dijîn dibêjin aştî. Lê ev pergal û yên vî welatî bi rê ve dibin çi dibêjin, ji bo Herêma Kurdistanê dibêjin şer, li Rojava dibêjin ÎHA, SÎHA û bombe, dibêjin bila Kurdên li Stenbolê ji ber axaftina bi kurdî bên lînckirin. Ev desthilat bi ser dijminatiya kurdan û înkarê xwe dide jiyîn. Em ê ji ber wê bêjin aştî û gotina aştiyê bidomînin.”   ‘EM Ê PÛÇ BIKIN’     Bakirhan ê bertek nîşanî jêbirina nivîsa “Pêşî Peya” da, wiha got: “Ev dewlet, walîtî, qeymeqamtî, midûriyeta polîsan nerazan ji bo bi şev ligel çeteyan du peyvên kurdî jê bibin bi rojan hewl dan. Lanet be ji we re. Li dijî vê sîstema nîjadperest û redkar, yekane hêza me têkoşîna bi hev re û pûçkirina vê sîstema înkarê ye. Ev desthilat dixwaze civaeke yekreng biafirîne. Em ê li dijî vê desthilatê têbikoşin. Em bi pergaleke ku li dijî dawetên kurdane rûbirû ne. Li ku dera cîhanê dema mirov dawetê dikin ji pergalê destûrê digirin. Em pergaleke wiha re têdikoşin. Em dibêjin aştî ew dibêjin şer. Em bi israr û înat soza têkoşînê didin, heta ku zimanê me, nasnameya me, paşeroja me û zarok û ciwanên me di Tirkiyeyeke aştiyane, demokratîk û azad de bijîn.”     ‘DIVÊ MUXALEFET BERPIRSYARIYÊ BIGIRE’    Bakirhan ê bang li mûxalefetê jî kir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Meseleya kurd ne meseleyeke ku weke siyasî were bikaranîn e, meseleyeke cidî ye. Meseleyeke ku demokrasî, azadî û pêşeroja Tirkiyeyê eleqe dike ye. Ji rêzê nêzî meseleya kurd nebin. Ez bang li mûxalefetê dikim ku ji bo meseleya kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin berpirsyartî û înîsiyatîfê bigirin. Bangeke min jî li rêxistinên sivîl ên civakî, mirovên demokrat, gelên Tirkiyeyê yên di dilê wan de mirovahî heye ye. Ji bo em vê pergala talan, zilm, zem, feqîr dike û tune dihesibîne demildest bişînin divê em bi awayekî xurttir bi hev re bin û têkoşîneke hevkar bimeşînin.”   ‘ÊRIŞÊN XWE RAWESTÎNIN’     Bakirhan, bang li desthilatê kir ku dest ji şer û kaosa li Herêma Kurdistana Federe berde û wiha berdewam kir: “Li Rojava wê pergala ku mirov weke mirovan lê dijîn bi SÎHA, ÎHA, top û tifingan nebin bersiv. Destê aştiyê yê dirêj dikin bigirin. Dest ji polîtîkayên şer, zimanê şer û pevçûnê yê nijadperest berdin. Werin ligel kurdan weke mirovan bi diyalog, muzakereyê rûnin ka çawa meseleya kurd tê çareserkirin. Bila Wan, Amed, Edene û Stenbol nîqaş bikin. Bila gel bi hev re biryarê bidin. Şer xizanî ye, Werin em demildest van polîtîkayên şer bi dawî bikin, bila Tirkiye bi hemû rengên xwe bi kurd, tirk, ereb, çerkez, elewî, sunî, suryanî û êzîdî bi baweriyên din weke xwişk û bira bi hev re bijîn. Em ji bo vê hene. Bila 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di serî de ji we re, ji gelê kurd re, ji gelên Tirkiyeyê re hemû gelên li cîhanê di bin zilm û şer de tên qetilkirin aştî û xwişk û biratiyê bîne.”   Piştî axaftinan Bakirhan û hilbijartiyan, kevokên aştiyê hatin firandin. Mitîng bi derketina ser dikê ya Kasim Taşdogan bi dawî bû.