Bakirhan serdana Makbûle Ozerê kir 2024-09-01 21:02:21   WAN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan serdana Makbûle Ozer a hatiye berdan kir.    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û şandeya pê re serdana Makbûle Ozer a hatiye berdan kir. Bakirhan di mala wê de serdana Ozerê kir û xwest hemû girtiyên azadiyê jî werin berdan.    Bakırhan ve beraberindeki heyete teşekkür eden Özer, sabah saatlerinde apar topar cezaevinden çıkarıldığını ve saatlerce dışarda bekletildiğini anlattı. Özer, tahliye için “Darısı diğer bütün tutsakların başına” dedi.    Ozer spasiyên xwe li Bakirhan û şandeya pê re kir û qala berdana xwe kir. Ozer diyar kir ku ew lez û bez ji girtîgehê hatiye berdan û li derveyî girtîgehê bi saetanhatiye sekinandin. Ozer ji bo girtiyên tên ragirtin wiha got: “Aqûbet li serê hemû girityên din be.”