Amedî bertek nîşanî tundiya polîsan dan 2024-09-01 21:29:32 AMED - Li Kuçeya Hunerê polîsan ciwanekî bi lêdanê binçav kirin. Amediyên bûne şahide bûyerê bertek nîşanî tundiya polîsan dan.    Polîsan Ciwanê li Kuçeya Hunerê ya semta Ofîsa navçeya Bajarê Nû dimeşiya, derb kirin. Welatî bertek nîşanî polis û nobedarên ku li ciwan xistine dan. Polîs bi xaza îsotê mudaxile li welatiyan kir. Sedema lêdan û binçavkirin ciwan nehat zanîn. Herwiha nehat hînbûn bê ka polîsan ciwan birin ku derê.