KESK: Bila binçavkiriyên Kadikoyê werin berdan 2024-09-01 21:59:35     STENBOL - KESK ji bo kesên ji ber gotina stranên bi kurdî û gerandina govendê, hatine binçavkirin daxuyanî da. KESK’ê destnîşan kir ku ew sepanên wiha yên derveyî demokrasiyê qebûl nekin û xwest kesên hatine binçavkirin werin berdan.    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê û Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê bi boneta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Kadikoyê mitîng li dar xistin. Polîsan gelek kesan ji ber tevî stranên kurdî govend gerandine, binçav kirin. KESK ji bo kesên hatine binçavkirin li Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Sen a Kadikoyê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ji hêla Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê Ertugrûl Eroglû hate xwendin.      Eroglû bi bîr xist ku ew wek Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Kadikoya Stenbolê bi daxwaza cîhanekî bêyî şer û mêtirngerî hatine li cem hev û wiha got: “Me careke din bêtehemuliya desthilatê ya li dijî aştî, xwişk û biratiyê dît. Li gel stranên kurdî, komekî ciwanên govend gerandine, piştî daxuyaniya çepemeniyê, bi şidandina xaza îsotê, bi kelemçeyên ji pişt ve hatin binçavkirin.”    ‘BINÇAVKIRIYAN BERDIN’    Eroglû banga berdana binçavkiriyan kir û wiha derbirî: “Em wek Şaxên KESK’ê yên li Stenbolê ev sepana bêheq, bêhiqûq û derveyî demokrasiyê ya di roja çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hatiye kirin, qebûl nakin. Em dixwazin kesên hatine binçavkirin demildest werin berdan.”