ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2024'AN 2024-09-02 09:00:14   * Rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Abdulkadir Kuday her ku diçe giran dibe. Tevî ku ATK’ê du caran rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da jî dîsa Kuday bernadin. Hevalê Kuday ê odeyê Serdal Yildirim, anî ziman ku rewşa Kuday her diçe giran dibe.     * Girtiyê nexweş Naîf Îşçî yê ku cara sêyemîne berdana wî tê taloqkirin ev meheke bi daxwaza bidawîbûna bêedeletiyê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Nebahat Îşçî bang kir û got: "Kurê min îro ji ber vê neheqiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê. Dengê wî bibihîzin."    * Jinên ku her hefte tev li “Hevdîtinên Keda Jinê” ya ji aliyê Şaredariya Peyasê ve li parkekê tê lidarxistin bûn, xwestin ku ji bo dîtina keda wan xebat bên berfirehkirin.   * Îdareya Taybet a Bajêr a Agiriyê, ji komeleya Mizgefta Navendî ku dahata wê 5 milyon lîre ye, 7 milyon lîreyên din tahsîs kir. Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr ê DEM Partiyê Melîk Ozmuş wiha got: “Komeleya li ser navê mizgeftê hatiye avakirin, nelirêtiyê dike.”   * Seroka Komeleya Pêşî Zarok û Jinan Mujde Tozbey destnîşan kir ku Narîn Guran ne tekane zaroka li Tirkiyeyê winda bûyî ye, lê nedîtina wê ji kêmasiya desthilatê ya di vê hêlê de ye û li dijî van polîtîkayan banga têkoşîna hevpar kir.    * Selahattîn Alpay ê ku divê ji nexweşiya xwe ya hîdrosefalî emeliyat bibe nexweşxaneya dewletê jê re gotiye, “cîhaza tibî nîne” û wî şandiye nexweşxaneya taybet. Alpay got ku nexweşxaneya taybet jî di navbera 200 û 800 hezar lîreyî de pere jê xwestiye.    * Baroya Amedê dê bi wesîleya sala edlî ya nû li ber Edliyeya Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.30)    * GOÇÎZDER û 4 rêveberên wê dê têkidlarî sekinandina mal û milkên komeleyê û rêveberan li avahiya xwe ya li Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Malbata rojnamevan Gulistan Tara ya di êrişa SÎHA'ya Tirkiyeyê de hat qetilkirin, dê serdana MKG'ê bike. (13.00)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar dê li ber Meclisê berdewam bike. (13.00-17.00)