ATK’ê rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da lê dîsa nayê berdan 2024-09-02 09:00:24 MÊRDÎN - Rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Abdulkadir Kuday her ku diçe giran dibe. Tevî ku ATK’ê du caran rapora ‘Nikare li girtîgehê bijî’ da jî dîsa Kuday bernadin. Hevalê Kuday ê odeyê Serdal Yildirim, anî ziman ku rewşa Kuday her diçe giran dibe.   Girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday(52), ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê girtî ye, her ku diçe rewşa tenduristiya wî xerab dibe. Di sala 2021’an de piştî tedawiyê derket holê ku bi nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz (ALS) ye. Kuday ku Felç bûye êdî nikare bimeşe. Kuday, ji ber nexweşiya xwe daketiye 41 kiloyayan û nikare bi tena serê xwe bijî. Herî dawî di 1’ê Kanûna 2021’ê de Kuday sewqî Nexweşxaneya Dr. İsmail Fehmi Cumalıoglu ya Bajar a Tekîrdagê kirin. Heyeta girtîgehê rapora “Nikare li girtîgehê bijî” da Kuday û xwest Kuday serbest bê berdan. Piştî vê yekê raporek din amade kirin û diyar kirin ku Kuday dikare di Girtîgeha Tîpa R (Rehabilitasyon) de bimîne. Piştî wê raporê Kuday, di 12’ê Çileya 2022’an de sewqî Girtîgeha Tîpa R a Hejmar 2 a Metrîsê kirin. Kuday di 20’ê tebaxê de piştî rewşa wî giran bû rakirin Nexweşxaneya Çam û Sakura ya Başakşehîrê. Kuday, ji ber wî serbest bernadin û li derve nayê tedawîkirin bertek nîşanî helwesta wan ta û tedawî red kir. Piştî Kuday tedawî red kir ew dîsa şandin girtîgehê.    Kuday piştî şandin Girtîgeha Tîpa R a Hejmar 2 a Metrîsê di odeya Ergîn Aktaş ku 2 destên wî tune û Serdal Yildirim ku ji sedî 98 astengdare, bi cih kirin. Serdal Yildirim ku bi kursiya bi teker tev digere, di 19’ê Tebaxa 2024’an de bi şert hat berdan. Serdal Yildirim piştî hat berdan li ser tenduristî û rewşa Abdulkadîr Tuyag axivî.    Serdal Yildirim anî ziman ku rewşa tenduristiya Kuday pir giran e û wiha got: “Kuday nikare rûnê û bi tena serê xwe xwarin bixwe. Êdî nikare biaxeve. Kuday digot ‘Ez dixwazim li malê di nava zarokên xwe de biçim ser dilovaniya xwe. Di şertê heyî de herî zêde dikare 3-4 mehan li ber xwe bide. Divê demek berî demekê Kuday serbest bê berdan.    Birayê Kuday Salih Kuday jî anî ziman ku birayê wî piştî şerê Kobanê, bi hinceta tev li kuştina 2 kesên dihat gotin DAIŞ’î ne bûye di 8’ê cotmeha 2014’an de ew binçav kirin û piştre girtin. Salîh Kuday da zanîn ku di roja  bûyerê de li Gundê Qubikê li sersaxiyê bûn û wiha got: “Li gel ku di qeydên HTS’ê de diyar e birayê min li sersaxiyê ye jî dîsa ew girtin û cezayê muebetê lê birîn. Her kes birayê min nas dike. Karê înşaetê dikir. Li gel ku delîl nîşan didin tu eleqeya wî û bûyerê bi hev tune jî dîsa ceza kirin. Sedema cezakirina wî ji ber têkoşîna tevgera azadiyê diparêze ye. Ji ber ku birayê min têkoşîna azadiyê diparêze ew wekî “Qurban” hilbijartin. Heta 6 salan di tecrîdê de bû. Me name dişandin, lê name nedidan wî. Ew dernedixistin revîrê. Piştî 6 salan saziyên wekî ÎHD, OHD û rêxistinên civakî zext li girtîgehê kirin û piştre ew sewqî nexweşxaneyê kirin.”     ‘NIKARE BÊHNÊ BISTÎNE   Salîh Kuday destnîşan kir ku ji ber şaş Abdulkadîr Kuday tedawî kirine nexweşiyên wî giran bûne û wiha berdewam kir: “Piştî hewldanên me ew sewqî Nexweşxaneya Tîpa R a Metrisê kirin. Niha nikare bi serê xwe bijî. Jiyana Abdulkadîr niha di talûkeyê de ye. Berê jî gelek caran sewqî nexweşxaneyê kirin. Qeyrana dil derbas kir. Niha nikare bêhnê bistîne. Nexweşê dil e. Giredayî cîhaz dijî. ATK’ê du caran rapora “Nikare li girtîgehê bijî” dan wî. Lê rayedarên girtîgehê disa wî bernadin. Me bi wezîrê Dadê û Wezîrê Tenduristiyê re hevdîtin kir, lê tiştek nekirin. Abdulkadîr bernedan. Ji parêzeran re gotin ‘Eger bê berdan dê xwe bike bombeya zindî’ û wî bernadin. Bi temamî wekî dijmin nêzîk dibin. Wî ji bo civakê wekî talûke dibînin. Lê em dizanin dixwazin tola DAIŞ’ê ji wî bigirin.    Salih Kuday, bibîr xist ku ew wekî malbat heta dawî li pişt birayê xwe ne û wiha bi dawî kir: “Em dizanin temenê Abdulkadîr pir zêde nemaye. Sibê du sibê dê bi telefonekê agahiya şehadeta wî bidin me. 1-2 roj be jî em dixwazin temenê xwe yê mayî di nava malbata xwe û zarokên xwe de derbas bike. Em dizanin ji ber Abdulkadir Kurd e wî bernadin.”    MA / Ahmet Kanbal