Girtiyê nexweş meheke di greva birçîbûnê de ye 2024-09-02 09:00:41 ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Naîf Îşçî yê ku cara sêyemîne berdana wî tê taloqkirin ev meheke bi daxwaza bidawîbûna bêedeletiyê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Nebahat Îşçî bang kir û got: "Kurê min îro ji ber vê neheqiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê. Dengê wî bibihîzin."  Berdana girtî Naîf Îşçi (28) ê ku di îlona 2010’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû binçavkirin û girtin, cara 3’yemîn hat taloqkirin. Îşçî ku li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê tê ragirtin, ji ber ku dest bi greva birçîbûnê kiriye û ferzkirina “poşmaniyê” red kiriye di 1’ê tebaxê de ji aliyê Desteya Îdarî û Çavdêriyê ve cara 3’emîn berdana wî ji bo 3 mehan hat taloqkirin. Bi îdiayên “Bêyî ku endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye”, “propagandaya rêxistinê kiriye”, “binpêkirina qanûna civîn, xwepêşandan û meşan” 24 sal cezayê girtîgehê li Îşçî hat birîn. Lê cezayê Îşçî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin û cezayê wî daxistin 16 salan. Lê tevî ku Îşçî cezayê lê hatiye birîn qedandiyê jî nikare ji mafê xwe yê berdana bişert sûd werbigire. Îşçî, beriya bê girtin di qezaya trafîkê de birîndar bûye û di lingê wî yê çepê de platîn heye. 14 sal in ku di linge Îşçî de platîn heye. Ji ber platîn nayê derxistin lingeke wî dirêj bûye û lingek jî kurt dimîne. Îşçî ji ber biryara girtîgehê ya keyfî ya  taloqkirina berdana wî, dest bi greva birçîbûnê kiriye, ev meheke ku di greva birçîbûnê de ye û daxwaz dike ku bêhiqûqiya ku li wî tê kirin bi dawî bibe.    'JI BER NEHEQIYÊ BEDENA XWE DAYE BER BIRÇÎBÛNÊ'    Der barê rewşa Îşçî de dayika wî Nebahat Îşçî axivî. Dayik Îşçî, diyar kir ku her carê zarokên wan rastî bêhiqûqiya dewletê tên û da zanîn ku daxwaza zarokên wan bidawîbûna zilmê ye û wiha axivî: "Edalet, heq û hiqûq nema ye. Ev sê carin ku cezayê kurê min xelas dibe lê nayê berdan. Li gorî edeleta Xwedê jî û ya evdan jî divê ku bê berdan. Kurê min ev 14 sal in ku di girtîgehê de ye. Piştî ku kete girtîgehê gelek nexweşî lê peyda bûn. Ev meheke ku tevî nexweşiyên xwe ketiye greva birçîbûnê. Herî dawî dema ku ez pê re axivîm jî ji min re got, 'heta ku ev bêedeletiye bidawî nebe ez ê di greva birçîbûnê de bim' ne tenê Naîf hevalên wî hemû rastî vê bêedeletiyê tên. Zarokên me dibêjin ku bila ev neheqiye û zilme li me neyê kirin û bidawî bibe. Dema ku cezayê wan diqede bila berdin. Kurê min îro ji ber vê neheqiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê. Bila vê heqereta li ser zarokê me û vê neheqiyê bidawî bikin. Dema ku cezayê wan xelas dibe bila berdin. Heta niha 10 nexweşî li kurê min derketine. Zarokên me çi kirine heta ku van lîstokan li ser zarokên me dikin?"    'KESEK DENGÊ WÎ NABIHÎZE'   Îşçî, da zanîn ku rewşa kurê wê her ku diçe xerab dibe û bêdengiya ku li dijî rewşa girtiyan rexne kir. Îşçî, daxwaz kir ku demildest daxwazên kurê wê pêk bên û wiha bang kir: "Kurê min ji mideyê xwe, lingê xwe û ji çavê xwe nexweş e. Ev 14 sal in ku di lingê wî de platîn heye tu tedawiya wî nekirine. Dema ku dibin nexweşxaneyê jî tedawî nakin. Herî dawî ku ez çûm hevdîtinê jî min nebaş dît, rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû. Kurê min gelek qels bûye. Ev meheke di greva birçîbûnê de ye û tişta ku mayî jî çûye. Kurê min dibêje, 'ez ê li berxwe bidim' tenê tişta ku ji wan tê ew e û ji wê pêvetir nikarin tiştekî din bikin. Dibêjin ji bo ku ev zilm li ser me rabe em nêçarin ku li ber xwe bidin. Em vê bêedeletiya ku li ser zarokên me tê kirin qebûl nakin. Banga min ji hemû sazî û dezgehan heye ku bila xwe ker nekin û bila herkes çavên xwe ji van girtiyan re vekin. Bila êdî bes ev heqarete li zarokên me bê kirin. Kurê min ev meheke di greva birçîbûnê de ye lê kesek dengê wî nabihîze. Bang dikim ku herkes xwedî li girtiyan derbikeve. Bila bes vê bêedeletiyê li zarokên me bikin."