Îdareya Taybet a Bajêr 7 milyon lîre dane komeleya mizgeftê: Nelirêtî tê kirin 2024-09-02 09:02:02 AGIRÎ - Îdareya Taybet a Bajêr a Agiriyê, ji komeleya Mizgefta Navendî ku dahata wê 5 milyon lîre ye, 7 milyon lîreyên din tahsîs kir. Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr ê DEM Partiyê Melîk Ozmuş wiha got: “Komeleya li ser navê mizgeftê hatiye avakirin, nelirêtiyê dike.” Mizgefta Navendî ya li Agiriyê bi bexşên hin mirovên karsaz di sala 2022’yan de dest bi çêkirina wê hate kirin, di sala 2023’yan de dest bi xebatê kir. Kirêya 50 kargehên di biniya mizgeftê de ji Komeleya Dide Çêkirin û Jiyîn a Mizgefta Navendî ya Nû ku serokê wê Kasim Bûlan ê beriya niha ji AKP’ê cîgirê şaredar bûye tê veguhestin. Tê texmînkirin ku ev dahat bi ser 5 milyon lîreyî de ye.    Îdareya Taybet a Bajêr a Agiriyê ji bo çêkirina mizgefta ku niha dixebite bê bikaranîn 7 milyon lîre pere veqetandin. Di biryara bi piraniya dengan de hat dayîn de wiha hate gotin: “Ji bo kirîna malzemeyên di çêkirina mizgefta navendî ya bajarê me de bên bikaranîn, mîqdara hatiye veguhastin 7 milyon lîre ye. Ev pere li hesabê bankayê ya Komeleya Dide Çêkirin û Jiyîn a Mizgefta Navendî ya Nû hate razandin.”   Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Melîk Ozmuş ê em têkildarî mijarê pê re axivîn, anî ziman ku bi ser çêkirina mizgeftê rant tê bidestxistin û wiha got: “Kirêyên nêzîkî 50 cihên kar ên di bin mizgefta navendî de ji bo vê komeleya mizgeftê tên veguhestin. Mizgefteke ku her tim ji aliyê Serokatiya Karên Diyanetê ve tê fonkirine. Îdareya Taybet a Bajêr ku xizmetê ji gundan re nake, pereyan vediguhêze komeleya mizgeftê. Nayê qebûlkirin ku di demekî rê, mizgeft û dibistana sedan gundan nîne de rabin bi vî awayî nelirêtiyê dikin. Ev komeleya di bin navê vê mizgeftê hatiye avakirin nelirêtiyê dike. Li vir rantek heye.”   MA / Hakan Yalçin