Li nexweşxaneya dewletê ‘cîhaz tune ye’ û nexweşxaneya taybet jî 800 hezar TL jê dixwaze 2024-09-02 10:33:24 RIHA - Selahattîn Alpay ê ku divê ji nexweşiya xwe ya hîdrosefalî emeliyat bibe nexweşxaneya dewletê jê re gotiye, “cîhaza tibî nîne" û wî şandiye nexweşxaneya taybet. Alpay got ku nexweşxaneya taybet jî di navbera 200 û 800 hezar lîreyî de pere jê xwestiye.  Di sektora tenduristiyê de ji sala 2021’an ve ji nişkeve bihayê cîhazên tibî zêde bûn e û krîza di vî warî de berdewam dike. Şîrketên malzemeyên tibî eşkere dikin ku wan tedarekên bi nexweşxaneyan re qut kirine. Bi taybetî li nexweşxaneyên dewletê di warê peydakirina cîhaz û malzemeyên tibî de krîz heye û ev xizmeta tenduristiyê asteng dike.    Gelek welatiyên divê emeliyat bibin li nexweşxaneyên dewletê perîşan dibin û ji ber nebûna cîhazan nayên emeliyatkirin û nexweşxaneyên dewletê berê welatiyan didin nexweşxaneyên taybet.    NAYÊ EMELIYATKIRIN    Li navçeya Xelîliye ya Rihayê Selahattîn Alpay ê 39 salî nexweşiya hîdrosefalî lê peyda bûye û ev demek dirêj e ku divê nexweşxane emeliyeta şant lê bike lê bes emeliyata wî nayê kirin û ji ber vê yekê bi gazin e. Hîdrosefalî nexweşiyek damarên mêjî ye û ji ber siviya di valahiyên mêjî de kom dibe vê carê jî fişara di nav serî de zêde dibe.    Alpay diyar kir ku ew li Rihayê û Dîlokê çûye nexweşxaneyên dewletê û nexweşxaneyan jê re gotiye, “dewlet vê emeliyatê nake û heqê wê nadê” û berê wî dane nexweşxaneyên taybet. Alpay got ku nexweşxaneyên taybet jî 800 hezar lîre pere jê xwestine. Alpay da zanîn ku dema ew zarok bûye hewaleyê derbas kiriye û ev hewale veguheriye menenjîtê û ev du sal in nexweşiyê zorê dide wî û av di mêjiyê wî de kom dibe. Alpay anî ziman ku ji ber vê nexweşiyê çavê wî yê çepê kor bûye û got ku her çiqas ew diçe nexweşxaneyan jî encamê nagire û herî dawî nexweşxaneyên li Rihayê jê re gotine, “cîhaz tune ye” û paşê jî hinceta “em vê emeliyatê nikarin bikin” jê re derxistine.    HETA 800 HEZAR LÎREYÎ PERE JÊ XWESTIN E    Alpay diyar kir ku nexweşaneyên dewletê yên Rihayê û Dîlokê ku gotine “em vê emeliyatê nakin û cîhaz tune ye” berê wî dane nexweşxaneyên daybet û nexweşxaneyên taybet jî ji 200 hezar lîreyî heta 800 hezar lîreyî pere jê xwestine.