Malbatên girtiyên ji Girtîgeha Maltepeyê hatin sewqkirin nehatin agahdarkirin 2024-09-02 11:44:21 STENBOL - Hate diyarkirin ku dema girtî Huseyîn Surgeç û Ersan Nazlier ji Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê ku lê dihatin ragirtin sewqî girtîgeheke din hatine kirin malbatên wan nehatine agahdarkirin.  Hate diyarkirin ku Huseyîn Surgeç û Ersan Nazlier ji Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê ya Stenbolê bi darê zorê hatine sewqkirin. Malbatên girtiyan ên çûn hevdîtinê nekarin hevdîtinê pêk bînin. Îdareya girtîgehê, ji astengiya hevdîtinê re “sirgunkirina” girtiyan weke hincet nîşan da. Lê agahî nehate dayîn ku girtî bi ku derê ve birine.    Malbatên girtiyan ên têkildarî xizmên xwe bi fikar in, ji rêxistinên mirovî û hiqûqê re banga hestiyariyê kir.