13 roj in Narînê winda ye: Apê wê S.G. anîn edliyeyê 2024-09-02 11:46:44 AMED - Apê Narîn Guran ê ku di çarçoveya lêpirsîna wê de hatibû binçavkirin bi wesayîtên zirxî anîn Edliyeya Amedê.    Narîn Guran a 8 salî li gundê Çûlî yê bi ser navçeya Rezana Amedê ve ji 21’ê tebaxê ve winda ye. Xebata lêgerîna dîtina Narînê û lêpirsîna der barê wê de hatiye destpêkirin, berdewam dikin. Apê Narînê yê ku keyayê gund e S.G. ku hatibû binçavkirin piştî karûbarên li midûriyeta polîsan, birin edliyeyê.    Polîsan bi wesayîtên zirxî S.G. ji bo îfadeyan bide dozgeriyê birin edliyeyê. Tê payîn ku îfadeyên S.G. bên girtin.    Balkêş e ku polîsan li ber edliyeyê tevdîrên zêde yên “ewlehiyê” girtin.