Dîmenên tundiya polîsan a li Êlihê derketin holê 2024-09-02 11:52:20 ÊLIH - Dîmenên kêliya polîsan li Êlihê tundî li ciwanan dikir derketin holê. Di dîmenan de xuya dibe ku polîs tevî ciwanan, heqaret û tundiyê li welatiyên bertek nîşan didin jî dikin.  Polîsên ku li Taxa Şafakê ya navenda Êlihê GBT dikirin, heqaret û tundî li ciwanên pêşiya malên xwe disekiniyan kirin. Kêliya polîsan tundî li ciwanan dikir, ji hêla kamerayên ewlehiyê yên kargehan ve hatin kişandin.    Di dîmenan de xuya dibe ku destê yek ji ciwanên rastî tundiya polîsan hatî girêdayî ye û welatiyên bertek nîşanî tundiya polîsan dayin jî rastî heqaret û tundiyê tên.    Hat zanîn ku ji ciwanên hatin binçavkirin yek jê piştî îfadeyê hate berdan.