Şaredariya Qersê veguherandine şîrketa Ulku Ocaklariyê! 2024-09-02 13:31:30 ENQERE - Derket holê ku bi sedan kesên weke karker girtine Şaredariya Qersê ya di destê MHP’ê de, xizmên rêveberên şaredariyê ne û piraniya wan rêveberên Ulku Ocaklariyê ne.  Di hilbijartinên 31’ê Adarê de Otuken Senger ê MHP’î weke Şaredarê Qersê hate hilbijartin. Derket holê ku bi sedan kesên girtine şaredariyê xizmên rêveberên şaredariyê ne.    Ji kesên girtine şaredariyê hinek jê xizmên cîgirên şaredar û endamên meclisê ne. Di heman demê de rêveberên Ulku Ocaklariyê jî girtine şaredariyê.    Dema Şaredariya Qersê di sala 2019’an di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de qeyûm lê hate tayinkirin û di hilbijartinên 31’ê Adarê de jî kete destê MHP’ê. Piştî ketî destê MHP’ê, bi sedan kes girte kar. Paşnavên gelek kesên girtine kar heman in û xizmên rêveberên şaredariyê jî di nav de ne.    RÊVEBERÊN ULKU OCAKLARIYÊ GIRTIN KAR   Du kesên paşnavên wan Tepebaş ku girtine Şaredariya Qersê, li Midûriyeta Çand û Karên Civakî xebitîn. Kesên bi navên Belgîn Tepebaş û Bîkem Tepebaş, xizmên Şukru Tepebaş ê MHP’î ne ku di encama xwîndariyê de hatibû kuştin.   OLCAY KILAVUZ HATIYE SERDANÊ!   Belgîn Tepebaş di heman demê de hevjîna kurê Şukru Tepebaş ê bi navê Muhammet Tepebaş e. Parlamenterê MHP’ê yê berê Olcay Kilavuz jî di sala 2021’ê de hatibû serdana Muhammet Tepebaş.    Helîn Yokuş a ku li yekîneya Midûriyeta Jin û Malbatê ya Şaredariyê dest bi peywirê kirî jî serokatiya Yekîneya Asena ya Ulku Ocaklariya Qersê dike. Aleyna Ozçagdaş a li Midûriyeta Xebatxane û Beşdariyê ya Şaredariyê dixebite jî serokatiya Yekîneya Fealiyetên Civakî ya Ulku Ocaklariyê dike.    MHP’IYAN MALBATÊN XWE GIRTIN KAR   Xizmê Serokê MHP’ê yê Qersê Tolga Adiguzel ê bi navê Berkehan Adiguzel jî li Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Qersê dest bi kar kir.    Xwişka serokê Cemiyeta Rojnamegeran Yargiç Harmankaya ku bi navê AKP’ê ji lîsteyên MHP’ê weke endamê meclisa şaredariyê hatibû hilbijartin Nalan Harmankaya jî li Midûriyeta Zanînkirariyê dest bi kar kir. Kurê endamê meclisa Şaredariya Qersê yê MHP’î Hamza Penmek ê bi navê Ahmet Can Penmek li Midûriyeta Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê, biraziyê Cîgirê Şaredarê Qersê Bulent Toraman ê bi navê Dogancan Toraman li Midûriyeta Kontrolkirina Avadaniyan, xizmê cîgirê serokê şaredariyê Muzaffer Ozkesemen ê bi navê Ahmet Zarîf Ozkesemen jî li Midûriyeta Çand û Karên Civakî dest bi kar kir.    MA/Firat Can Arslan