Emîne Şenyaşar li Meclisê li muxataban digere 2024-09-02 14:16:49   ENQERE - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê didome. Kurê wê Ferît Şenyaşar wiha bertek nîşan da: “Dayik li muxatabên ne polîs digere.”    Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî girtî, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Meclisê daye destpêkirin didomîne. Çalakî îro di roja 12’an de domiya.    BANG LI 85 MILYONAN DIKE   Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û kurê Emîne Şenyaşar, Ferît Şenyaşar beriya çalakiyê li Meclisê daxuyanî da. Şenyaşar, wiha got: “Darazê tu edalet neda dayikê. Lewma me çalakî veguhest Meclisê. Piştî dayik hatî Meclisê, bangî 85 milyon kesan kir. Bang li Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş û Serokkomar Erdogan dike.”    'DIXWAZE MECLIS BI PEYWIRA XWE RABE’    Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku kesên komkujî kirin hêj niha jî li derve digerin û wiha pê de çû: “Bila parlamenterek derkeve daxuyaniyekê bide. Dayik, 846 rojan li pêşiya Edliyeya Rihayê, 124 rojan li pêşiya Wezareta Dadê û ev 12 roj in jî li Meclisê rûdine. Ji bo ev zilm bi dawî bibe, dixwaze Meclis li peywira xwe rabe.”    Di berdewamê de Şenyaşar got ku polîsên Meclisê hewl didin dayikê asteng bikin û ev tişt anî ziman: “Dayik li Meclisê ji bilî polîsan dixwaze muxataban bibîne. Destê xwe deynin ser wijdana xwe û çareseriyekê peyda bikin.”    Piştre jî Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar li pêşiya deriyê koma AKP û MHP’ê rûniştin. Şenyaşar a ku çalakiya xwe li ser kursiya biteker didomîne, komkujî vegot. Ji ber nexweşiyên xwe, Şenyaşar çalakiya xwe piştre li payerêya li ber derî domand.