Li Amedê destpêkirina sala edlî: Wê têkoşîna me ya hiqûq û edaletê bidome 2024-09-02 14:17:32   AMED - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bi wesîleya destpêkirina sala edlî daxûyanî da û got: “Em ê li dijî polîtîkaya necezakirinê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.”    Baroya Amedê bi wesîleya destpêkirina sala edlî ya nû li ber Edliyeya Amedê daxuyanî çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên sivîl, rêveber û endamên baroyê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tev li daxuyaniyê bûn.    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren daxuyanî da û bi bîr xist ku duh 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bû û ew bi vê minasebetê daxwaza wan ew e ku bûyerên tundiyê, şer û pevçûn werin bidawîkirin. Eren destnîşan kir ku her sala ku diçe ew xweziya xwe bi sala dibûhere tînin û got: “Her sal edalet û hiqûq hindiktir dibe. Em wek baroya Amedê li dijî şer, pevçûn û bûyerên tundiyê ne. Em carek din bibîr dixin; pirsgirêkên li qada hiqûq, demokrasî û mafên mirovan diqewimin bi neçareserkirina pirsgirêka kurd ve girêdayî ne. Em carek din bang dikin ku zemîna diyalog û aştiyê ku bersiv bide bendemayîna çareseriya demokratîk were afirandin.”   DARAZA SERBIXWE    Eren da zanîn ku sala par dema sala edlî dest pê kir û heta îsal binpêkirinên mafan bênavber qewimîn û wiha got: “Mafê darizandina adilane tên binpêkirin. Birayarên darazê nayên bicihanîn. Rêgeza ewlehiya hiqûqê nayê temînkirin. Li cih û welatek wisa ne pêkan e ku miroov behsa dewleta hiqûqê bike. Bêguman mîsogeriya kesekî ya azadiyê û aştiya civakî li welatekî hiqûqa dewletê ya demokratîk, darazek bêterf û serbixwe ye. Lewma divê daraza ku ji edaletê wezîfedar e divê ji her cure fikr û bîrdoziyan dûr be û serbixwe bisekine. Lê mixabin desthilatdar biryarên darazê pêk nayînin.    SALA BIHÛRÎ SALA ŞERMÊ BÛ    Eren anî ziman ku Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala û Can Atalay tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan û Dadgeha Qanûna Bingehîn jî nayên berdan û dadgeha bilind biryaran ji nedîtî ve tê û biryaran bicih nayîne. Eren diyar kir ku di sala edlî ya bihûrî de wê ji aliyê Baroya Amedê ve wek sala şermê were bibîranîn û got: “Mixabin dadgeha xwecihî der barê faîlên serokê baroya me Tahîr Elçî yê hatibû qetilkirin de biryara beraetê da. Bi vê biryarê re carek din cînayet pêk hat. Em ê qet dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqî ku vê sûîqastê derxe holê bernedin. Wê nikaribin Tahîr Elçî bi vê biryara dijhiqûqî ji bîra cıvata hiqûqê û bîra civaka kurd derxin. Me çawa duh li dijî dosyeyên bêcezahiştinê têkoşîna xwe da em ê îro jî bi biyardarî têkoşîna xwe ya hiqûq û edletê bidomînin.”    ‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN’    Eren bal kişand ser êriş, astengî û qedexekirina li ser çand û zimanê kurdî yên di demên dawî de zêde bûne û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî êrişên ser çand û zimanê kurdî û êrişên nijadperest berdewam bikin. Eren got ku ew hêvî dikin îsal bibe sala edalet û çareseriya pirsgirêkan.