Dîmenên hêzên paramîlîter ku dewleta tirk veguhestin Amêdiyeyê hatin kişandin 2024-09-02 14:18:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenên komên paramîlîter ku dewleta tirk ji Sûriyeyê veguhestibûn çoltara Amêdiyeyê hatin kişandin.   Komên paramîlîter ku dewleta tirk veguhestibûn qadên Zap, Avaşîn û Metînayê û çoltera Amêdiyê yên Herêma Kurdistana Federe hêj di rojevê de ne. Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) beriya demekê anî bû rojevê ku zêdetirî 550 endamên komên paramîlîter ên ji bo ku li Herêma Kurdistana Federe bidin şerkirin veguhestibûn vê herêmê. Hatibû diyarkirin ku di nava van koman de kesên ku beriya niha di nava DAIŞ’ê de cih digirtin jî hene.    DÎMENÊN KOMÊN PARAMÎLÎTER KIŞANDIN    Rojnamevan Honar Ehmed, dîmenên komên paramîlîter ên bi hevkariya PDK’ê veguhestin çoltera Amêdiyeyê ya şer lê zêde ye kişandin. Ahmed ji bilî kişandina dîmenên paramîlîter berteka mirovan a li dijî vê yekê jî wergirt.    Ehmed ê çoltara gundê Belavê kişand, diyar kir ku hejmara endamên koma hate veguhestin dora 600’î ye û li qûntara Metîna hatine bicihkirin. Her wiha bi lêv kir ku hemû komên paramîlîter ji bo ku li dijî PKK’ê bidin şerkirin ji Sûriyeyê hatine anîn.    ‘JI TIRSA PDK’Ê NAAXIVIN’    Ahmet ê têkildarî van kesan mîkrofon dirêjî gundiyan kir, da zanîn ku gundiyan diyar kiriye ku kesên di dîmenan de bi wan re erebî axivî ne. Ehmed, anî ziman ku gelek gundî “Ji ber tirsa PDK’ê” ji kamerayê re neaxivîn.