Tehliyeya Gobe yê 30 salin girtî ye dîsa hate taloqkirin 2024-09-02 15:09:05   ÎDIR - Tehliyeya Ataş Gobe ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye, bi hinceta “poşmantî” qebûl nekiriye cara duyemîn hate taloqkirin.    Piştî ku Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehê (ÎGK) di sala 2021’ê de ketin meriyetê, tehliyeyên gelek girtiyên siyasî yên dema înfaza xwe temam kirin hatin taloqkirin. Tehliyeya Ataş Gobe yê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye jî cara duyemîn hate taloqkirin.    Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 30 sal cezayê hefsê li Gobe biribû û Gobe înfaza xwe di 2’yê hezîranê de temam kir. Lê belê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehê bi hinceta “Poşmantî” qebûl nekiriye, bi îdiaya “Nebaşhaliyê” tehliyeya Gobe ji bo 3 mehan taloq kir. Gobe ku dema taloqkirinê jî temam kir diviya îro bihata berdan lê ÎGK’ê cara duyemîn tehliyeya Gobe ji bo 3 mehan taloq kir.    Gobe, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku ji ber zexta “poşmantiyê” red kiriye, tehliyeya wî ji bo 3 mehan hatiye taloqkirin. Malbatê got ku li gel Gobe, her wiha tehliyeya 26 girtiyên din bi awayekî keyfî û derhiqûqî hatiye taloqkirin.