Malbata rojnamevan Gulistan Tara serdana MKG'ê kir 2024-09-02 15:11:19 AMED - Malbata rojnamevan Gulistan Tara ku ji aliyê dewleta tirk ve hate qetilkirin serdana MKG’ê kir.  Malbata rojnamevan Gulistan Tara ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê di 23’yê tebaxê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe di êrişa SÎHA’yê de ew qetil kir, serdana Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) kir. Rojnamevanên ku endamên MKG’ê, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û DÎSK Basin-Îş’ê malbat pêşwazîkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Elihê jî di serdanê de amade bûn. Malbat li eywana ku pankarta “Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin” lê hate vekirin hate pêşwazîkirin û rojnamevanên jin yek bi yek hembêz kir.    Kekê Gulistan Tarayê, Mûstafa Mesût Tekîk ê di serdanê de axivî, bal kişand ku rojnamevan Tara ji aliyê gelê kurd û dostên wan ve xwedî lê hatiye derketin. Tekîk, destnîşan kir ku xwedîderketina rojnamevanan ji bo wan gelekî girîng e û ev tişt gotin: “Em ji we re ji gelê xwe re soz didin ku heta têkoşîna wan bi azadiyê tacîdar bikin, tişta ji destê me bê em ê bikin.”   Pişt re xwişka Tarayê Dîcle Tekîk axivî û diyar kir ku pênûsa Gulîstanê wê li erdê nemîne û têkoşîna bi rûmet a Gulîstanê wê bidome. Dîcle spasiya xebatkarên Çapemeniya Azad kir ku ew bi tenê nehiştin e.    Seroka MKG Roza Metîna di serdanê de axivî û bal kişand ser zextên li hemberî çapemeniya azad û got: “MGK ji bo parastina mîrateya rojnamegerên jin hat avakirin. Ne kamera û ne jî pênûsên şehîdên çapemeniyê wê tu carî li erdê nemînin. Em weke rojnamegerên jin em ê mîrateya wan bidomînin. Ji ber ku ev têkoşîn ji bo Gelê Kurd, ne ji bo rojnamegeran têdikoşe. Bi salan e hem li dijî ziman, hem jî li dijî rêxistinbûn û têkoşîna Gelê Kurd êriş tê kirin. Li dijî van êrişan em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Li hemberî vê êrişa li hemberî Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn em ê helwesta xwe eşkere bikin. Em ê tu carî vê helwesta xwe winda nekin. Rol, mîsyona rojnamegerên çapemeniya azad û jinan pir girîng e. Em ê tu carî serî li ber van êrişan netewînin.   Hikûmet bi tunehesibandina Gelê Kurd dijî. Ji ber ku hebûna xwe di tunebûna me de dibîne. Gelê kurd 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di bin êriş û tecrîdeke giran de pêşwazî kir. Me 1’ê Îlonê li Kurdistan û Tirkiyeyê di bin şerekî giran û tecrîdê de derbas kir. Her wiha hevalên me yên di girtîgehê de 1’ê Îlonê di bin tecrîd û zextên giran de pêşwazî kir.”