Kuştina Luqman di rojeva Meclisê de ye: Gelo axaftina bi kurdî qedexe ye? 2024-09-02 15:28:52   ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê, qetilkirina Hekîm Luqman birin rojeva Meclisê û ev pirs kirin: “Gelo axaftina bi kurdî qedexe ye?”    Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê Cengîz Cengîz, Ozgul Sakî, Kezban Konûkçû, Celal Firat û Çîçek Otlû Hekîm Luqman ê ji bajarê Dihoka Herêma Kurdistanê ku li Stenbolê ji ber axaftina bi kurdî hat qetilkirin, birin rojeva Meclisê.    Parlamenterên DEM Partiyê pêşniyazname ji bo ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya bibersivîne dan Serokatiya Meclisê û bal kişandin ser êrişên li dijî çand û zimanê kurdî. Di pêşniyaznameyê de hat destnîşankirin ku di encama êrişên tên kirin de tundiya li ser çand û zimanê kurdî zêde bûye.    Di pêşniyaznameyê de ev pirs ji Alî Yerlîkaya hatin kirin:    “* Kujerên Hekîm Luqman ê ku ji ber bi kurdî axivî hatine girtin? Heke nehatibin girtin sedema wê çiye?    * Der barê qetilkirina Hekîm Luqman de lêpirsînek berfireh hatiye destpêkirin?    * Hinceta ku di demên dawî de êrişên li ser çand û zimanê kurdî hatine destpêkirin, çiye? Gelo axaftina bi zimanê zikmakî, xwendin û nivîsandina kurdî û guhdariya li muzîka kurdî hatiye qedexekirin?    * Fikra we ya li ser êrişên li dijî çand, ziman û nasnameya kurdî çiye û gelo hûnê der barê êrişên diqewimin û helwestên cihêkar de gavek biavêjin?”