Ji bo mamê Narîn Guranê daxwaza girtinê 2024-09-02 15:29:27   AMED - Mamê Narîn Guran a 8 salî ya winda ye, Salîm Guran, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hate kirin.    Narîn Guran a 8 salî li gundê Çûlî yê bi ser navçeya Rezana Amedê ve ji 21’ê tebaxê ve winda ye. Xebata lêgerîna dîtina Narînê û lêpirsîna der barê wê de hatiye destpêkirin, berdewam dikin. Mamê Narînê yê ku keyayê gund e Salîm Guran ku hatibû binçavkirin piştî karûbarên li midûriyeta polîsan, birin edliyeyê.   Guran ê li vir îfadeya wî ya dozgeriyê hate wergirtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hate kirin.