Zarokên bavê wan hate girtin ev 3 roj in li deriyê sînor tên sekinandin 2024-09-02 16:44:42   ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Savaş Çelîk dema hewl dida li ser Lubnanê derbasî Ewropayê bibe, li Lubnanê hate binçavkirin û li Tirkiyeyê hat vegerandin. 6 zarokên Çelîk ên li Herêma Federe ya Kurdistanê diman, ev 3 roj in li herêma tampon a Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin.    Welatiyê bi navê Savaş Çelîk ê li navçeya Kopê ya Mûşê dijiya, ji ber sedemên siyasî di sala 2016’an de tevî hevjîn û 6 zarokên xwe neçar ma ku koçî Sûriyeyê bike. Di sala 2022’yan de dema hewl dida derbasî Ewropayê bibe, li Lubnanê hate binçavkirin û şandin Tirkiyeyê. Çelîk li Tirkiyeyê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Dumlupinar a Erziromê.    Piştî girtiyan Çelîk, dayika zarokan jî ji ber sedemên siyasî nekarî vegere lewma zarokên wan li derve man. Li ser vê yekê mamê zarokan Vasif Çelîk ji bo dîsa zarokan bîne Kopê, kete nava hewldanan. Mam Çelîk, ji bo biraziyên xwe D. Ç. (16), Z. Ç. (14), E. Ç. (12)  A. Ç. (9), F. Ç. (10) û F. Ç. (11) bîne Mûşê, çû Herêma Federe ya Kurdistanê. Mam Çelîk tevî zarokan hate Deriyê Sînor ê Xabûrê û li wir asê man.    EV 3 ROJ IN LI HERÊMA TAMPON TÊN SEKINANDIN    Mam Çelîk û biraziyên wî ku dixwestin karûbarê wan bê kirin û derbasî bakurê Kurdistanê bibin lê Tirkiyeyê bersiva neyînî da. Rayedarên Tirkiyeyê kevinbûna nasnameyên zarokan weke hincet nîşan dan û ev 3 roj in destûrê nadin ku zarok derbas bibin. Mam Çelîk, da zanîn ku rayedar dixwazin dayika zarokan were lê ji ber sedemên siyasî, dayika zarokan nikare bê deriyê sînor. Mam Çelîk, got ku biraziyên wî li derve mane.    ‘EM DIXWAZIN ZAROKAN BIBIN MALÊ’   Mam Çelîk, da zanîn ku ev 3 roj in li bendê ne ku tevî biraziyên xwe derbasî Mûşê bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev zarok biraziyên min in û hemwelatiyên vî welatî ne. Karûbarê me yê li deriyê bacê nakin. Ev yek derhiqûqtî ye. Ev sê roj in em li vir perîşe bûn. Em dixwazin tavilê destûr were dayin ku derbasî Tirkiyeyê bibin.”