ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2024'AN 2024-09-03 09:00:33   * Di ser qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de ku di 4'ê Îlona 2015'an hatibû ragihandin û 9 rojan dewam kiribû re 9 sal derbas bûn. Heya niha yek kesek jî nehatiye darizandin.    * Rojnamevanê girtî Celalettîn Yalçin anî ziman ku heya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hebe wê çalakiyên li girtîgehan bidomin û got: "Ji ber vê yekê divê em bi rê û rêbazên cuda çalakiyên xwe yên demokratîk bênavber bidomînin."    * Teqemeniyên ji bo xebatên madenê yên li peravên Çemê Mûradê hatine destpêkirin, zirarê didin cureyên endemîk û ji ber toz, harfiyat û xerakirina rêyan bi navê jiyanê tiştek nayê hiştin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku koçberî li wan tê ferzkirin.    * Girtî Tuba Sert diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê îşkenceya derûnî li girtî Zîlan Demîr hatiye kirin û gef lê hatine xwarin û got ku ew ê serî li ber îşkenceyê netewînin.    * Hate diyarkirin ku av nedane Abdûlkadîr Kûday ê rakirin nexweşxaneyê û xwarin avêtine ber wî. Parêzera wî jî ji ber berdana wî dê serî li AYM’ê bide.    * DÎSK bi mijara "Êdî em nikarin debara xwe bikin, em di dahat û bacê de edaletê dixwazin" dê li ber Cevahîr AVM ya li Mecîdekoya Stenbolê daxuyanî bide. (11.00)